KNK: Em salvegera jenosîda li Şengalê bikin wesîleya tifaqa navxweyî

KNK’ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxê ya li Şengalê de ev peyam da "Em hêvî dikin ku bîranîna vê jenosîdê bibe sebeba tifaqa navxweyî û Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê mil bi mil, welatê me Kurdistanê ji bin nîrê kolonyalîzmê rizgar bikin.”

KNK: Em salvegera jenosîda li Şengalê bikin wesîleya tifaqa navxweyî
3 tebax 2024   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 10’an a Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Şengal, warê qedîm ê xelkê me yê êzidî, bi plan bû hedefa êrişa DAIŞ’ê. Ji vê êrişa DAIŞ’ê hemû dagirkerên Kurdistanê memnûn bûn. Tirkiye, Îran û heta rêvebiriya Bexdayê, rejîma şovenîst a Şamê bi zêdehî ve razî bûn. DAIŞ bû pêşenga bîr û hizir û hisên antî Kurd û antî Kurdistan yên van merkezên dagirkeriyê. DAIŞ bû lolebkêşa sîstemên kolonyalîst yên li Kurdistanê. Bi vê êrişê ve esasen xwestin hemî destkevtên Kurdan li Başûr û Rojavaya Kurdistanê têk bibin û careke din nîrê kolonyalîzmê danine ser stuyê Kurdan, hem jî ji aliyê teessubiya îslamî ve baweriya êzidîtiyê bin bir bikin. Lewma jî fermana qirkirina xelkê me yê êzidî da. Çeteyên DAIŞ’ê Şengal dagir kir û dest bi komkujiyê li dijî xelkê me yê êzidî kir. Ji yên dorpêç kirî mêr pêkve kuştin, jin û zarok jî êxsîr kirin û ber bi dinyaya xwe ya reş ya kevneperestiya îslamî ve birin. Bi hezaran jinên ji xelkê me yê êzidî di bazara xwe ya qirêj da kirine dîl û firotin. Tecawuzkariyeke bêtixûb li ser jinan kirin. Yên ku ji ber vê xezeba DAIŞ’ê revî bi sefaleteke mezin xwe gihandin cih û warên din ên Kurdistanê. Çiyayê Şengalê bi bilindahiya xwe  xwe kire stargeha xelkê xwe yê êzidî. Ev kiryara encam trajîk ya jenosîda li ser xelkê me yê êzidî, Kurdistan û dinya hejand."

Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana rizgarkirina Şengalê jî hate kirin û wiha hat gotin: " Kurd, Kurdistanî ji her milî ve çûne hawara xelkê xwe yê êzidî. Bi taybetî gerîlayên HPG’ê, hêzên YPG û YPJ’ê qehremanî û fedakariyek mezin nîşandan, bi lezgînî mûdaxele kirin û pêşîya êrişan girtin. Çi ji cebheyê sivîl ve, ji cebheyê leşkerî ve Kurd, Kurdistanî seferber bûn û ji milekê ve dijî DAIŞ’ê şer kirin, ji milê dî ve xelkê derbederbûyî xwudan kirin. Dinyaya humanîter jî di vî warî da aktîv bû û hem ji aliyê leşkerî ve, hem jî ji aliyê hewcehiyên mirovî ve piştevaniyeke mezin û fireh digel Kurdan hate kirin. Hêzên neteweyî yên Kurdistanê, parastina xelkê me yê êzidî kir, berxwedaneke mezin a parastinê kirin. DAIŞ bi seferberî û hevratiya hêza navxweyî û ya derveyî hate sekinandin û di serî de Şengal û cihên din ên Kurdistanê ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.”

Di berdweama daxuyaniyê de hate gotin: "Di gel ku Şengal îro ji DAIŞ’ê hatiye paqijkirin û hejmarek mezin a xelkê me yê êzidî li cih û warê xwe yê dapîr û bapîran bi cih bûye, lê hêj jî ew birîndariya 3’yê Tebaxa 2014’an di giyanê wan de dewam dike. Hejmareke mezin a jinên êzidî yên ku hatine êxsîrkirin hêj jî aqubeta wan ne diyar e. Ji ber ku ji vê bûyera xembar jina êzidî kiriye sembola xebat û têkoşîna dijî kevneperestî, fanatîzm û zihnîyeta reş a îslamî û divê ev pirsa jinên êzidî bi hemû giranahîya xwe ve daîm di rojevê da bê ragirtin. Her wiha hejmareke zêde ya xelkê me yê êzidî di nav jiyana peneberiyeke dijwar de belav dibe, heta niha gelek Şengalî di kampan de ne û nezivîrîne Şengalê. Divê rê li ber zivirandina şengaliyan bêne vekirin û ji bo başkirina jiyana wan jî divê xebatên neteweyî û navneteweyî bêne xurtkirin.

Mixabin hêzên ku lazim bû Şengal biparastina, hêzên wê demê li Şengalê bûn û ji parastina Şengalê berpirsyar bûn, hêzên hikumeta Iraqê û hêzên PDK’ê, wan hêzan Şengal ne parast û ew jî bû sedem ku ev karesata mezin li serê gelê me yê êzidî hat. Ew hêzên Şengal neparastin, Şengal û xelkê wê teslîmê DAIŞ’ê kirin, bê ku hesabê xwe bidin, niha planan li ser Şengalê çêdikin. Rêveberiya Başûr beşa PDK’ê û hikumeta Bexadayê  çar sal berê an ku 9’ê Cotmeha 2020’an bê ku pirs li gelê Şengalê bikin, peymanek çêkirin û dixwazin carek din Şengal û gelê Şengalê bê parastin bihêlin û bê îrade bikin. Balkêşe ji vê peymanê herî zêde dewleta Tirk dilşad bû. Çawa di dagirkirina Şengalê de dewleta Tirk hevkariya DAIŞ’ê kir, di peymana 9’ê Cotmehê de jî destê dewleta Tirk heye. Gelê Şengalê û hêzên parastina Şengalê vê peymanê qebûl nakin û dijî wê radiwestin. Pêwîst e îradeya gelê Şengalê bingeh bê girtin û planên cuda li ser wan neyêne ferzkirin. Gelê Şengalê ji ber nasnameya xwe ya êzidî, ev e serê sedane bi êrîşên hovane re rû bi rû dimînin. Ev rewş rastiyekî derdixe holê ku pêwîst e Şengalî hem xwe biparêzin û hem jî xwe rêvebibin. Ji bo vê yekê divê di nava Kurdistanê de, Şengal xwedî statûteyek teybet û xweser were dîtin.

Di salvegera vê bûyera dilsoj ya bi serê xelkê me yê êzidî hatiye anîn de, dilê Kurdan hêj jî şkestî û birîndar e. Kewandina van birîn û kulan, êş û janan bi hevgirtineke mezin ya neteweyî û nîştimanî ya Kurd û Kurdistanîyan ve dibe.

KNK hêvî dike ku bîranîna vê jenosîda bi serê xelkê me yê êzidî hatiye anîn, bibe sebebê tifaqa navxweyî û Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê mil bi milê hev, welatê me Kurdistanê ji bin nîrê kolonyalîzmê rizgar bikin û azadiyeke kamil diyariyî xelkê me bikin.

(bb)

ANHA