Knessetê pêşnûmeya îlhaqa Şerîaya Rojava erê kir

Knesseta Îsraîlê pêşnûmeya îlhaqa Şerîaya Rojava bo Îsraîlê,  di nava parçebûna endamên Kenssetê de, erê kir.

Knessetê pêşnûmeya îlhaqa Şerîaya Rojava erê kir
22 cotmeh, 2025   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyayên Îsraîlê, Knesseta Îsraîlê pênûmeya qanûnê ya îlhaqa Şerîaya Rojava bo Îsraîlê erê kir.

Kenala 12ˊan a Îsraîlê diyar kir ku 25 parlamenteran dengê xwe da vê pêşnûmeyê û 24 parlamenteran jî li pêşnûme red kir. Dengê 25'emîn yê serokê Komîteya Karên Derve û Ewlekariyê yê berê dengê krîtîk bû.

Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich girêdayî vê mijarê got, "Birêz serokwezîr, Knesset gotina xwe kir, gel gotina xwe kir. Êdî dem dema kontrolkirina tevahî xaka Cihû û Samrayê ye. Dem dema îmzekirina peymanên aştiyê bi cîranên me re ye. "

Wezîrê Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê Itamar Bin Gvir jî got, "Dem dema serweriyê ye."

Malpera "Axios" dabû zanîn ku zêdetirî 40 endamên Demokratîkparêz ên Senatoya Amerîkayê, ji serokê Amerîkayê Donald Trump xwest ku planên Îsraîlê yên kontrolkirina Şerîaya Rojava red bike.

Malpera "Politico" jî diyar kiribû ku di civîna piştî Civîna NYˊyê de Trump soz dabû serokên Ereban ku rê nade serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku  Şerîaya Rojava kontrol bike.

(mh/fr)