Xelkê Cizîrê têkoşer Sadiq Badiyan piştî 30 salan ji girtinê pêşwazî kir

Piştî 30 salan di girtîgehên dewleta dagirker a Tirk de, şêniyên kantona Cizîrê bi coşeke mezin, têkoşer Sadiq Badiyan li bajarê wî yê Çilaxa pêşwazî kir. Badiyan got, azadiya wî bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan temam nabe û ew ê heta pêkanîna wê yekê têkoşînê bidomîne.

22 cotmeh, 2025   19:37
QAMIŞLO

Di 9’ê Cotmehê (2025) de, desthilatên dewleta Tirk têkoşer Sadiq Badiyan (Sadiq Mihemed Receb) ê ji gundê Badiyan ê gundewarê Çilaxa yê kantona Cizîrê, serbest berda. Sadiq 30 sal di girtîgehên cuda yên Tirkiyê de ma û 9 meh jî bi tohmeta "endamtiya têkoşîna çekdarî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)" hatibû ragirtin.

Sadiq Badiyan di sala 1972’an de ji dayik dibe û ji gundê Badiyanê yê li bakurê Çilaxa ye. Ew ji malbateke welatparêz e,  di 1986’an de Tevgera rizgariya Kurdistanê nas dike. Heta sala 1989’an tevlî karê cebhewî dibe, di sala 1990’î de dest bi têkoşîna çekdarî dike. Di 9’ê Çileya 1995’an de li Edenayê tê girtin û 30 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Piştre wî dişînin girtîgeha Konyayê û 8 salan li wir dimîne. Ji wir jî dişînin Girtîgeha Sîncanê ya li Enqerê û 8 salan li wir dimîne.

Badiyan 7 salan li girtîgeha Araklı dimîne û dûre 7 salan din di girtîgeha Edirneyê ya li ser sînorê Bulgaristanê dimîne. Piştî cezayê lê hatiye birîn bi dawî dibe, 9 mehan tê ragirtin û piştre tê berdan.

Îro Sadiq digihîne gundê xwe yê bajarê Çilaxa û ji hêla pêkhateyên bajêr ve li Qada Şehîd Mahsûm tê pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de nûnerên ji saziyên sivîl hebûn, alên QSDˊê û wêneyên Rêber Apo hatin hildan.

Şêniyan şahiyek ji bo pêşwazîkirinê li dar xist. Di şahiyê de Badiyan berxwedana xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û silavên berxwedêrên di girtîgehan de gihandin gel û pêkhateyên herêmê û got: "Azadiya wî ya fîzîkî piştî girtina 30 salî, bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan temam nabe."

Sadiq diyar kir ku "Em deyndarê Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan in. Em ê têkoşîna xwe li ser metoda Rêbertî û felsefeya wî heta pêkanîna armancên şoreşê bidomînin."

Di şahiyê de diruşmên silavkirina berxwedana têkoşerên di girtîgehan de û têkoşîna Rêber Apo hatin bilindkirin û li ber stranên şoreşgerî yên koma Cûdî dîlan hatin gerandin.

Hêjayî gotinê ye ku malbata Burcus ku tekoşer Sadiq Badiyan jê ye, ji malbatên welatparêz ên naskirî yên li herêma Aliyan e. Vê malbatê di oxira doza Kurd de fedakariyên mezin dan û gelek şehîdên wan li Çiyayên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene.

Ji komên destpêkê yên tev li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûye, ciwanên malbata Burcus bû. Ew malbat tev li yekemîn Kongra Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a li gundê Badiyan bû.

(ac/fr)

ANHA