KJK: Berwar Dersim fermandareke Kurdistanî bû

Koordînasyona KJK'ê ji bo Fermandara Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Berwar Dersim got, "Fermandareke Kurdistanî bû ku sînorên dijmin hemû parçe parçe kiri bû."

KJK: Berwar Dersim fermandareke Kurdistanî bû
20 tebax 2024   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona KJK'ê bi bîr xist ku Berwar Dersim ji Başûr heta bi Bakur, ji Qendîlê heta bi Zapê, ji Dersimê heta bi Serhedê gav bi gav li çiyayên Kurdistanê geriya û got: "Jineke Kurd a çiyayî bû ku her bihosteke xaka welêt bi wate kir û şopa xwe lê hişt."

Koordînasyona KJK'ê têkildarî Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê û Fermandara Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Berwar Dersim (Seyran Çomak / Wan) daxuyaniyek weşand ku li qada Gilîdaxê di şerekî giran de 8'ê Tebaxa 2024'an şehîd bû. Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê bi vî rengî ye:

TEVLÎ ŞEHÎDÊN XETA SERKETINÊ BÛ

"Tebax di dîroka me ya têkoşînê de ew meh e ku çalakiya 15'ê Tebaxê lê destpê kir ku bi fîşeka destpêkê vejîn pêk hat. Meha şehîdên me yên leheng e ku bi vê çalakiyê re mohra xwe li dîrokê xistin. Ev xeta berxwedan û vejînê ya ku bi pêşengiya fermandar Egîd hate afirandin, bi hezaran leheng bi xwe re afirand û ev destana lehengiyê heta niha bênavber dewam kir. Hevalên Mûstafa Yondem, Sari Îbrahîm, Huseyîn Mahîr, Engîn Sîncer, Nûcan, Atakan, Zekî Şengalî, Denîz Firat, Benda, Destîna û herî dawî fermandara leheng a Eyaleta Serhedê Berwar Dersim bûn şehîdên mezin ên xeta serketin û vejînê ya 15'ê Tebaxê. Di şexê şehîd Berwar Dersim de şehîdên xwe hemûyan bi rêzdarî û hurmetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku li ser rêya wan şaş nebin û heta serketinê bimeşin.

AZADÎ DI KESAYETIYA XWE DE NEQIŞAND

Hevala Berwar di nava jiyana xwe ya şoreşgerî ya ji 25 salan de nirxên gelekî esîl afirand, azadî di kesayetiya xwe de neqişand. Kesayetiya wê ku bi nirxên berxwedanê yên gelên Bakur û Rojhilat şênber bû, bi xeta Rêber Apo û gerîla bû yek û nasnameyeke fedaî bi xwe re afirand. Raperîna wê ya bêdeng û kûr a li hemberî mêtingerî û serweriya mêr, asteke nû da têkoşîna YJA Starê ya li ser xeta PAJK û PKK'ê, veguherî raperîneke deng û wateyeke mezin ku dijmin ji binî ve hejand. Hevala Berwar Dersim ji Başûr heta bi Bakur, ji Qendîlê heta bi Zapê, ji Dersimê heta bi Serhedê gav bi gav li çiyayên Kurdistanê geriya. Jineke Kurd a çiyayî bû ku her bihosteke xaka welêt bi wate kir û şopa xwe lê hişt. Fermandereke Kurdistanî bû ku sînorên dijmin destnîşan kir hemû parçe parçe kir. Bû ew xet ku bi aqlê jinê di şer de serketin afirand. Bi rêya vê xetê di kesayetiya xwe de mêtingerî, xiyanet û serweriya mêr parçe kir û yekîtiya neteweya demokratîk û azadiya jinê afirand. Hevala Berwar bi têkoşîna xwe ku emrek bû, veguherî sembola azadbûyîn û yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd.

MÎRATEYEKE MEZIN LI PEY XWE HIŞT

Li hemberî hemû derew, çewtî û nehezkirina ku sîstema modernîteya kapîtalîst di sedsala 21'ê de afirand, ew bû temsîla hezkirin, nasnameya jinê ya heqîqî, mirovbûyîna rasteqîn, durist û sade. Hezkirina wê ya ji gel, hevrê, nirxên jinê û nasnameya jinê, tolhildana wê ya li dijî serweriya mêr û faşîzma dijmin mezin kir, ji ber vê yekê jî di şer de bi jîrbûn û biryardariya xwe koka dijmin rakir. Di nava şert û mercên herî giran de bi ked, hezkirin, jîrbûyîna xw eya taktîkî û hêza xwe, bi parvekirina bi hevrêyên xwe re li ber xwe da. Vê berxwedanê bandor li her hevrêyên wê kir, di heman demê de mîrateyeke mezin ji têkoşîna me ya jinê û gerîla re hişt.

XETA AFIRANDINA SERKETINÊ YE

Hevala Berwar bû xeta serketin û hebûnê ya bi aqil û rengê jinê. Bû xwedî sekneke welê ku paradîgmaya nû ya Rêber Apo paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê fêhm kir û ev têgihiştin di Fermandariya YJA Starê de şênber kir. Ji aliyê fêhmkirina stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî, bicihanîna vê stratejiyê bi dewlemendiya rê, rêbaz û taktîkan, nêzîkatiyeke hostatî nîşan da. Salên dûr û dirêj li qada Serhedê fermandarî ji şer re kir û kedeke mezin da. Bi hezkirina xwe ya ji gel, hezkirina ji hevrêyan û hezkirina ji Rêbertî hemû pirsgirêkên derdikevin pêşiya wê çareser dikir, astengî hemû ji pêşiya xwe radikir, her kêlî vediguherand kêliya serketinê. Di hişmendiya jinê de çawa hest û fikrên kûr dikarin bêne afirandin, bi aqil û dilê jinê çawa hebûn dikare bê afirandin, çawa dikare şer bê kirin, pêşengiya jinê çawa dikare pêk were? Sekn, jiyan û kesayetiya hevrê Berwar bû bersiva herî şênber û rast ji van pirsan re.

FÊHMKIRINA WÊ, WÊ TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKE

Xeta lehengiya jinê ya azad rêya têkoşîna me ya azadiya jinê, jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn û jinên bindest ên cîhanê ronî dike. Rê nîşanî jin ên ciwan, lêgerîna wan a nasnameyê, lêgerîna wan a li azadiyê dide. Fêhmkirina wê, xeta têkoşîna wê, bedewî û azadiya kesayetiya wê, wê têkoşîna me ya jinê mezin bike, wê jiyana azad a ji nirxên jinê pêk bîne. Li dijî dewleta Tirk a faşîst ku dijminê jinê ye, dijminê Kurdan e, dijminê mirovahiyê, li hemberî şerê li dijî jinê yê Şerê Cîhanê yê 3'yemîn yekane rêya bersivdayina li bîranîna Wê û şehîdên me, têkoşîna li ser xeta Şehîd Berwar e.

JI BO BILINDKIRINA ALA WÊ EM BANG DIKIN

Di çarçoveya vê rastiyê de di serî de jinên ciwan em bang li jinên Kurd hemûyan, jinên li azadiyê digerin dikin ku hevrê Berwar û nirxên azadiya jinê yên ku wê temsîla wan dikir hîn bêhtir fêhm bikin, bixin meriyetê; ala ku wê hilda bû bilind bikin û serketinê biafirînin.

WEZÎFEYA ESASÎ MEŞA BER BI SERKETINÊ VE YE

Dewleta Tirk a faşîst li Îmraliyê li hemberî Rêber Apo, li Bakur û Başûr jî li dijî destketiyên gelê Kurd û jinan bi rengekî bêheman êrişên qirkirinê dewam dike Di şexsê PDK'ê de jî xiyanet gihîştiye asta herî bilind. Li hemberî van hemûyan, wezîfeya me ya esasî ew e ku bi ruhê serketin û vejînê yê 15'ê Tebaxê li ser xeta tolhildanê ya Şehîd Berwar têkoşînê bimeşînin û ber bi serketinê ve bimeşin. Em bang li jinên Kurd hemûyan dikin ku li ser xeta Şehîd Berwar û hemû şehîdan, têkoşîna azadiya jinê mezin bikin, di heman demê de şehadeta hevala Berwar bi rengekî ku hêjayî wê be pêşwazî bikin, li tevahiya Kurdistanê bîranînên hêjayî fermandariya Şehîd Berwar in lidar bixin, xwedî li şehîdan derkevin û têkoşîna me ya azadiyê mezin bikin.

Li ser vê bingehê bila serê hemû jinan, malbata hevrê Berwar, hevalên li Bakurê Kurdistanê di çeperan de ne sax be. Bila jin hemû û gelê me zanibin; kesayetiya pêşeng a hevrê Berwar ji bo me xeta têkoşînê ye. Ev xet wê di nava têkoşîna me de li her cihî û her kêliyê hebe û ji bo me bibe hinceta jiyan û serketinê."