Li Dêrikê şehîd Izedîn Şabî hat oxirkirin

Şêniyên bajarê Girkê Legê û Dêrikê şehîd Izedîn Cemîl Şabî li Pakrewangeha Şehîd Xebat oxir kir.

Li Dêrikê şehîd Izedîn Şabî hat oxirkirin
Li Dêrikê şehîd Izedîn Şabî hat oxirkirin
Li Dêrikê şehîd Izedîn Şabî hat oxirkirin
Li Dêrikê şehîd Izedîn Şabî hat oxirkirin
Li Dêrikê şehîd Izedîn Şabî hat oxirkirin
Li Dêrikê şehîd Izedîn Şabî hat oxirkirin
8 mijdar, 2026   15:03
QAMIŞlO

Merasîma endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Izedîn Cemîl Şabî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ve hate lidarxistin. Şehîd Izedîn Şabî 6`ê Mijdarê şehîd bû. 

Piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma Hemîd axivî û got ew ê her tim bi şehîdan re dilsoz bin û rêça wan bişopînin.

Her wiha Mela Yûsif Ehmed bi navê Weqfa Olî axivî û got kesên ji bo welat, xak û rûmeta xwe şehîd dibe û rûmetdar e.

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrikê Esed Şawîş jî axivî û got ew ê xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin.  Şehîd Izedîn Şadî bi doza xwe re dilsoz bû û bi karê xwe ve girêdayî bû.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya Şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Piştre şehîd Izedîn Şabî bi dirûşma "Şehîd Namirin" spartin axê.

(np)

ANHA