‘Azadiya Rêber Apo azadiya gel û çareseriya pirsgirêkan e’

Bozan Xelîl diyar kir ku tu aştî bêyî Rêber Abdullah Ocalan çênabin, ji ber ku azadiya wî azadiya gel û çareseriya pirsgirêkan e.

‘Azadiya Rêber Apo azadiya gel û çareseriya pirsgirêkan e’
5 sibat, 2025   07:05
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Hevserokê şaxê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê kantona Firatê Bozan Xelîl têkildarî hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re û çareseriya aloziyên li Rojhilata Navîn nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Bozan Xelîl destnîşan kir ku saziyên mafên mirovan bi erkên xwe ranabin û anî ziman: “Saziyên mafên mirovan lawaz in, bi erkên xwe ranabin. Destê xwe dane destê deshilatdaran û li hember bêqanûniyê xwe bê deng kirine. Ger bi rastî mafê hêviyê û saziyên mafên mirovan hebûna, dê pêşî li bêqanûniyê bihata girtin. Rêber Apo ev 26 sal e di zindanê de ye, ka saziyên mafên mirovan û mafê hêviyê? Gelek hevdîtin bi Rêber Apo re hatin kirin lê heta niha tu pirsgirêk çareser nebûne. Çareseriya pirsgirêkan bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî dibe.”

Xelîl got wekî tê dîtin dewleta Tirk li ser çapemeniyê dibêje dê aştî û demokrasiyê pêk bînin, lê ev tenê gotin e û wiha anî ziman: “Dewleta Tirk a dagirker qaşo qala aştiyê dike. Ev yek ne rast e, tu aştî bêyî Rêber Apo pêk nayê. Tu pirsgirêk bêyî Rêbertî çareser nabin. Azadiya Rêber Apo, azadiyê tevahî mirovahiyê ye.”

`DIVÊ HER KES BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO BIKE`

Bozan Xelîl da zanîn ku ew dewletên desthilatdar naxwazin aştî li seranserî cîhanê pêk were, divê Rêber Abdullah Ocalan ji zindanê derkeve û wiha pê de çû: “Divê ev aloziya li Rojhilata Navîn aloztir nebe. Pêşîgirtina li aloziyan û aştiya li Rojhilata Navîn bi destê Rêber Apo ye. Divê her kes banga azadiya Rêber Apo bike da ku ev alozî çareser bibin. Çareseriya pirsgirêka li Rojhilara Navîn di destê Rêber Apo de ye.”

`AZADIYA RÊBER APO AZADIYA GEL Û ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN E`

Bozan Xelîl di dawiyê de wiha axivî: “Me bi saya Rêber Apo xwe nas kir, mafên xwe nas kirin. Em ji koletiyê xelas kirin. Divê em jî bi hemû hêz û vîna xwe banga azadiyê fîzîkî ya Rêber Apo bikin. Ji ber ku heta ku Rêber Apo di zindanê de be, dê tu pirsgirêk çareser nebin. Azadiyê fîzîkî ya Rêber Apo azadiya gel û çareseriya pirsgirêkan e.”

ANHA