Kewser Doko û Hamid El Mihbaş bûn hevserokên Partiya Sûriya Pêşerojê

Kewser Doko û Ebid Hamid El Mihbaş bûn hevserokên Partiya Sûriya Pêşerojê. Her wiha sekreteriya giştî hate betalkirin.

Kewser Doko û Hamid El Mihbaş bûn hevserokên Partiya Sûriya Pêşerojê
27 adar, 2024   15:56
REQA

Kongreya 4`an a Partiya Sûriya Pêşerojê ku li Reqayê li dar ketiye, didome. Di kongreyê de rewşa rêxistînî hate nirxandin. Dûre ji bo pergala hevserokatiyê, deng hate dayîn. Bi piraniya dengan ev pergal hate erêkirin û erka sekreteriya giştî hate betalkirin.

Di kongreyê de hezar delege ji tevahî kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hundirê Sûriyeyê beşdar in.

Çaverê ye ku piştî hilbijartinan kongre bi dawî bibe.

(şx)

ANHA