Piştî êrişê xebatên lêgerînê li Reqayê didomin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatên lêgerînê li dora nivîsgeha rêveberî ya Meclisa Leşkerî ya Reqayê didomînin ku hatibû hedefgirtin û di encamê de 2 nobedar şehîd bûbûn.

Piştî êrişê xebatên lêgerînê li Reqayê didomin
Piştî êrişê xebatên lêgerînê li Reqayê didomin
Piştî êrişê xebatên lêgerînê li Reqayê didomin
Piştî êrişê xebatên lêgerînê li Reqayê didomin
Piştî êrişê xebatên lêgerînê li Reqayê didomin
Piştî êrişê xebatên lêgerînê li Reqayê didomin
Piştî êrişê xebatên lêgerînê li Reqayê didomin
Piştî êrişê xebatên lêgerînê li Reqayê didomin
27 adar, 2024   16:12
REQA

Komeke çekdar saet di 12:30`an de êrişî nivsîgeha rêveberî ya Meclisa Leşkerî ya Reqayê ya li kêleka Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriye ya Reqayê kiribû.

Têkildarî êrişê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da û aşkera kir ku di êrişê de 2 nobedarên nivîsgehê şehîd bûne û şêniyek birîndar bûye.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir: "Di xebatên lêgerînê de, terorîstek birîndar bû û hate destgîrkirin lê belê terorîstên din reviyan. Xebatên lêgerînê berdewam in."

Nivîsgeha rêveberî ya Meclisa Leşkerî ya Reqayê 26`ê Kanûna 2022`yan ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû hedefgirtin.

Nûçegihanên me yên li herêmê ragihand ku xebatên lêgerînê li dora nivîsgehê berdewam in.

(şx)

ANHA