Mezlûm Ebdî: Xetereya DAIŞ`ê hîna berdewam e

Fermandarê giştî ya QSD`ê Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku xetereya DAIŞ`ê hîna berdewam e û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Mezlûm Ebdî: Xetereya DAIŞ`ê hîna berdewam e
27 adar, 2024   15:47
REQA

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi vîdeoyeke qeydkirî, lidarxistina Kongreya 4`an a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê pîroz kir.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku xetereya DAIŞ`ê berdewam e û bi saya operasyonên wan ên rojane bi hevalbendan re, herêm di bin kontrolê de ye.

Ebdî wiha domand: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û dagirkirina herêmên Sûriyeyê berdewam in. Dewleta Tirk a dagirker binesaziya herêmê û saziyên ku xizmeta gel dikin, topbaran dike. Ji bo ku nehêle rêveberiya herêmê xebatan ji şêniyan re pêşkêş bike."

Her wiha Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku hikumeta Şamê jî hewl dide ewlehiya li herêmê têk bibe û fitneyê di navbera pêkhateyan der derxe. Ji ber wê Ebdî banga hevgirtinê û hişyarkirina civakê kir.

Ebdî wiha berdewam kir: "Li hember zehmetiyan, divê em xwe ji vê bêtir xwe bi rêxistin bikin ku erka partiyan û rêxistinên civaka demokratîk e. Em dikarin hişyarkirina civakê ji vê bêtir berdewam bikin."

Kongre bi nirxandina rapora siyasî û rêxistinî ya partiyê didome.

(şx)

ANHA