Kongreya damezrîner a Partiya Yekitiya Ermenî bi dawî bû

Di kongreya damezrîner a Partiya Yekitiya Ermenî de Îmad Tetriyan wek sekreterê giştî yê partiyê û endamên Nivîsgeha Siyasî ya partiyê hatin hilbijartin. Kongre bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Kongreya damezrîner a Partiya Yekitiya Ermenî bi dawî bû
18 kanûn, 2025   20:52
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kongreya damezrîner a yekemîn a Partiya Yekitiya Ermenî, bi amadebûna 500 deleqeyî ji partiyê, nêzî 150 nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, eşîrên Ereb û Kurd, nûnerên ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê hat lidarxistin. Kongre li hola Serdem hat lidarxistin.

Piştî axaftinên kongre bi daxuyaniyê de bi dawî bû. Bav Nûbar Melkonyan, keşîşê Dêra Katolîkên Ermenî daxuyanî xwend.

 Nûbar Melkonyan diyar kir ku Îmad Tetriyan weke sekreterê partiyê, Kohar Khajodrian, Fayez El Hisên, Can Mardo, û Sîlda Sîmon weke endamên Nivîsgeha Siyaasî ya partiyê hatin hilbijartin.

Xalên di kongreyê de hatine destnîşankirin wiha ne:

Redkirina têgeha kêmneteweyan, Ermen beşek resen a civaka Sûriyeyê ye, ne kêmnetewe ye.

Pêwîstiya beşdarbûna Ermen di Kongreya Niştîmanî ya Sûriyeyê de.

Divê nivîsandina destûreke nû ji bo Sûriyeyê bendên zelal ên ku nasnameya Ermenî û zimanê Ermenî garantî dikin bihewîne.

Parastina tevahî pêkhateyan berpirsiyariya niştîmanî ya hevpar e.

Bêyî serî li Partiya Yekitiya Ermenî were dayîn nabe tu navend an jî mecliseke bi navê Ermeniyan were vekirin.

Temsîlkirina Ermenan di nava tevahî saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet, li Sûriyeyê bi giştî de.

(fr)

ANHA