Kerem El Şihab kî ye?

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk 8`ê Çileyê karwanekî sivîlan ê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ber bi bendava Tişrînê ve diçû, bombebaran kiribû û di encamê de 5 şênî şehîd bûn. Yek ji wan jî Kerem El Şihab El Hemed e.

Kerem El Şihab kî ye?
Kerem El Şihab kî ye?
Kerem El Şihab kî ye?
Kerem El Şihab kî ye?
Kerem El Şihab kî ye?
Kerem El Şihab kî ye?
Kerem El Şihab kî ye?
11 ÇILE, 2025   06:40
REQQA

Kerem El Şihab di sala 1994’an de li Dêrazorê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li Dibistana Riyad Neîma û dibistana amadeyî li Dibistana El Sewra xwendiye û bawernameya dibistana navîn di warê hunera jinan de wergirt.

Piştî mirina bavê wê di sala 2009’an de, ew neçar ma ku bi birayên xwe re di gelek waran de bixebite. Kerem wek alîkar li ba bijîşkê diranan û parêzeran kar kir, her wiha di Rêveberiya Çandiyê ya Dêrazorê û firina jinan de jî kar kir.  

Di sala 2011’an de, piştî destpêkirina şoreşa Sûriyeyê, ew neçar ma ku tevî malbata xwe biçe parêzgeha Reqayê û li wir rastî gelek zehmetiyan hat û karibû xwe ji şert û mercên giran re biguncîne. Li Dêrazorê xwendina xwe temam kir û dîplomaya bakeloryayê di beşa edebiyatê de wergirtiye.

Piştî ku DAIŞ di sala 2016’an de derbasî parêzgeha Reqayê bû, dayika wê rastî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê hat û ji ber nebûna dermankirina gurçikan, jiyana xwe ji dest da.

Kerem bi malbata xwe re piştî gelek hewldanan çû bajarê Tebqayê û ew 3 salan li wir bi cih bû û li wir di kampanyayên hişyarkirinê de ji bo zarok û jinan kar kir.

Kerem piştî rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ'ê, vegeriya wir û li şîrketeke balafirgehê xebitî û piştre di Kanûna 2023'yan de tev li Kombûna Jinan a Zenûbiya bû.

Kerem El Şihab bû endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê û beriya hefteyekê wek koordînatora Meclisa Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê hatibû erkdarkirin.

Hevala Keremê ya bi navê Fatima El Nasan der barê wê de wiha got: "Kerem kesayetek bi îlham û rêbereke girîng bû di Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya de."

Fatmayê her wiha got: "Ew sembola têkoşîna ji bo azadî û mafên jinan bû, hewl dida civakeke demokratîk bi nirxên edalet û wekheviyê bi pêş bixe. Tevî mirina dê û bavê wê jî lê kesayetek xurt bû, wê berpirsyariya xwedîkirina xwişk û birayên xwe girte ser xwe.”

Fatma wiha dewam kir: "Bîranîna wê dê di dilê me de bimîne û têkoşîna wê ji me hemûyan re bibe çavkaniya îlhamê. "

Cenazeyê Kerem El Şihab El Hemed duh li goristana Hikûmiyê ya kantona Reqayê hatibû oxirkirin.

(k)

ANHA