Oldar: Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo parastina herêmê bibin yek

Oldarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li gelên herêmê kir ku yekitiya pêkhateyan û mezheban xurt bikin û li gorî prensîbên jiyana hevbeş, biratî û aştiyê tev bigerin.

Oldar: Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo parastina herêmê bibin yek
11 ÇILE, 2025   05:10
HESEKÊ
  DIYAR EHMED

Bertekên pêkhateyên civakê yên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hewldanên çêkirina fitneyê berdewam dikin. 

Der barê mijarê de oldar ji ajansa me re axivîn û banga xurtkirina rêgezên hezkirin û jiyana hevbeş kir.

‘DIVÊ OLDAR PEYAMA PÊXEMBER A JIYANA HEVBEŞ BELAV BIKIN’

Nûnerê Kongreya Îslama Demokratîk di Meclisa Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk de Şêx Ednan El Elêwî bal kişand ser kêşeyên li herêmê û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û destnîşan kir ku armanca wan têkbirina aramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Her wiha got: "Îro divê em bi hemû pêkhate û mezhebên xwe bi hev re rawestin û pêşî li hemû êrîşên ku gefan li civaka me dixwin, bigirin.”

El Elîwî tekez kir ku di vê qonaxê de erkê oldaran belavkirina çanda pêkvejiyanê ye di nav civakê de, ji bo parastina ewlehî û hevgirtina herêmê.

‘PÊKHATEYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ YEKGIRTÎ NE’

Oldarê bi navê Hisên Elî El Hisên bi ayeteke Quranê axaftina xwe destpê kir ku di dibêje: “Hemû bi hev re xwe li benê Xwedê bigirin û ji hev cuda nebin” û tekez kir ku divê hemû pêkhate yekgirtî bin. "

Her wiha tekez kir ku xwîna gelê Kurd û Ereb bi xwîna hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlîhev bûye û li hember her hewleke têkdana aramiya herêmê divê gel yekîtiya xwe ava bike.

El Hisên behs hewldanên belavkirina fitne û nefretê kir û da zaîn ku ev hewldan dê têk biçin û got: Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekgirtî ne.”

‘CIHÊRENGIYA ME BEDEWIYA HERÊMÊN ME DIYAR DIKE’

Şêx Ebdulqadir Îbrahîm El Mehamîd ji eşîra El Tufeyhî ye axivî û bi hedîsekê û ayeteke Quranê dest pê kir ku dibêje: “Ez tenê ji bo tekûzkirina exlaqê qenc hatime şandin. Gelî mirovan, me hûn ji nêr û mê afirandine û me hûn kirine gel û qewm, da ku hûn hevdû nas bikin. "

El Mehamîd tekez kir ku ev civak hemû pêkhate û mezhebên ku demeke dirêj bi hev re jiyane dihewîne.

El Mehamîd bal kişand ser wê yekê ku hişyariya gel bû egereke girîng ji bo têkbirina terorê, û rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk di têkbirina metirsiyên li ser herêmê de nirxand.

Di dawiya axaftina xwe de El Mehamîd bal kişand ser girîngiya yekîtiyê ji bo parastina herêmê û avakirina Sûriyeyeke nû ku di nava aştî, biratî û hezkirinê de bijî.

(k)

ANHA