Katz: Erdogan li ser şopa Sedam Hisên dimeşe

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê bersiv da gefên Erdogan ên li ser Îsraîlê û got "Erdogan li ser şopa Sedam Hisên dimeşe."

Katz: Erdogan li ser şopa Sedam Hisên dimeşe
29 tîrmeh 2024   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan duh di civîna AKP’ê ya li bajarê Rîze yê Tirkiyeyê de gotibû çawa Tirkiye ketibû Lîbya û Qerebaxê, dibe ku bikeve Îsraîlê jî. Erdogan got: "Tu sedem nîn in ku pêşiya me bigire. Divê em bi hêz bin heya bikarin van gavan biavêjin."

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Israel Katz bersiv da daxuyaniyên Erdogan. Katez wêneyekî Erdogan û serokkomarê berê yê Iraqê Sedam Hisên li ser hesabê xwe yê X’ê parve kir û wiha nivîsî: "Erdogan li ser şopa Sedam Hisên dimeşe û gefa êrişê li Îsraîlê dixwe. Divê tenê bîne bîra xwe, li wir çi bû û çawa qediya.”

(bb)