Katz: Em li benda îşaretek Amerîkayê ne

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê got ew li benda îşaretek Amerîkayê ne ku şerê li dijî Îranê ji nû ve bidin destpêkirin û wê êrişên vê carê kûrti bin û dê bingehên dewletê hilweşînin.

Katz: Em li benda îşaretek Amerîkayê ne
23 nîsan, 2026   19:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Îsraîlê Israel Katz îro di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku heke şerê li dijî Îranê ji nû ve dest pê bike, wê êriş wêranker bin û wê bingehên dewletê hilweşînin.

Katz li gotina zêde kir ku Îsraîl li benda îşaretek Amerîkayê ye ku şer ji nû ve bide destpêkirin û destnîşan kir ku êrişa vê carê dê derbên kûrtir bin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump çend roj berê dirêjkirina agirbestê ragihandibû. Ev dirêjkirina demê jî nîşan dide ku Îran pêşniyarên têkildarî rewşa şer û tevlêbûna danûstandinan pêkêş bike.

(fr)