Salvegera Komkujiya Ermenan û Sêfo; sedsaleke tijî êş û lêgerîna li edaletê

24'ê Nîsanê salvegera Komkujiya Ermenan û Komkujiyên Sêfo yên 1915'an e ku ji bo nûkirina banga naskirina qurbaniyan, xurtkirina nirxên edaletê û mafan, xebata li ser bicihanîna bingehên demokrasî û pirrengiyê ji bo parastina pêkhateyan û pêşîlêgirtina dubarebûna trajediyan wiha bûye boneyek.

Salvegera Komkujiya Ermenan û Sêfo; sedsaleke tijî êş û lêgerîna li edaletê
Salvegera Komkujiya Ermenan û Sêfo; sedsaleke tijî êş û lêgerîna li edaletê
Salvegera Komkujiya Ermenan û Sêfo; sedsaleke tijî êş û lêgerîna li edaletê
Salvegera Komkujiya Ermenan û Sêfo; sedsaleke tijî êş û lêgerîna li edaletê
Salvegera Komkujiya Ermenan û Sêfo; sedsaleke tijî êş û lêgerîna li edaletê
Salvegera Komkujiya Ermenan û Sêfo; sedsaleke tijî êş û lêgerîna li edaletê
Salvegera Komkujiya Ermenan û Sêfo; sedsaleke tijî êş û lêgerîna li edaletê
Salvegera Komkujiya Ermenan û Sêfo; sedsaleke tijî êş û lêgerîna li edaletê
24 nîsan, 2026   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

24'ê Nîsanê ji bo gelên Mezopotamyayê bibîranînek biêş e ku komkujiyên Ermenan û Sêfo pêk hatin. Di 24ˊê Nîsana 1915ˊan de li dijî Ermen, Suryan-Asûrî û Keldanan komkujiyên herî hovane bi destê Osmaniyan pêk hatin.

Ev komkujî bûne sedema koçberî û kuştina zêdetirî milyon û nîvek Ermenan û bi sed hezaran Suryan-Asûrî û Keldanan.  Ew ji gelên dewlemend ên li ser axa xwe veguherîn pêkhateyên belavbûyî li seranserê cîhanê.

Nêzîkî 250 rewşenbîrên Ermen ên navdar li Stenbolê hatin girtin û darvekirin. Vê yekê destpêka pêkanîna plana komkujiyê li dijî yek ji gelên xwecih çêkir. Li gel komkujiyên plankirî pêkanînên talankirin, şewitandin, koçberkirin û tecawizkirin hatin kirin.

SALÊN TARÎ

Qonaxên pêşîn ên komkujiyên li dijî Ermenan di dawiya sedsala 19'an de, bi taybetî di navbera salên 1894-1896 de dest pê kir. Ew jî dema ku Ermenan daxwaza reformên siyasî û mafên destûrî kir, pêk hat. Siltanê Osmanî Ebdulhemîdê Duyemîn li şûna pêkanîna daxwazên mafdar, artêşa xwe berda û komkujiyên bi navê "Komkujiyên Hemîdiyê" pêk anîn.

Li gorî misyonerê Alman Johan Lepsius, di van komkujiyên de bi qasî 88 hezar û 243 Ermen hatin kuştin, 546 hezar kes birîndar bûn. 2 hezar û 493 gund hatin talankirin û 456 gund bi zorê mislimantî li ser wan hat ferzkirin. Wekî din 649 dêr hatin wêrankirin û 328 jî bûn mizgeft.

Yek ji van komkujiyên herî hovane li Rihayê bû. Li wir 2 hezar û 500 jinên Ermen di hundirê dêrekê de bi zindî hatin şewitandin. Hejmara qurbaniyan paşê wek zêdetirî 300 hezar Ermen hate texmînkirin.

QIRKIRINA BIRÊXISTINKIRÎ

Her çend ev hemû belge sûcê tevahiya komkujiyan nîşan nedin jî, lê diyar dikin ku komkujî ne karekî bêserûber an jî encama şer bû, lê belê karekî rêxistinkirî û sîstematîk bû ku di bin çavdêriya Dewleta Osmanî de, di nav bêdengiya navneteweyî ya wê demê de pêk hat.

Sekreterê giştî yê Partiya Yekitya Ermen Îmad Teteriyan vê yekê pişrast dike. Teteriyan destnîşan kir ku Împaratoriya Osmanî bi hevkariya hêzên mezin ên wekî dewleta Brîtanya, dewleta Almanya û hin dewletên din ên ku çavên xwe ji qirkirinên ku qewimîne re girtiye, komkujî pêk anî.

QIRKIRINA ETNÎK DI BIN NAVÊ ŞER DE

Dema ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn diqewimî, Osmaniyan beşdariya xwe ya leşkerî li kêleka Almanyayê bi kar anî da ku pêngavên komkujiyê yên berfireh bide destpêkirin. Heta Nîsana heman salê, nêzîkî 5 hezar gundên Ermenan hatibûn talankirin û 27 hezar Ermen hatibûn kuştin, ji bilî hejmareke mezin a Suryan û Keldanan li eniya Rûsya-Îranê.

Ev binpêkirin piştî têkçûna tund a paşayê Osmanî Enwer Paşa li Sarîqamîşê li dijî Rûsan di Çileya 1915'an de û rengekî tundtir girt.

Paşa li şûna ku têkçûna leşkerî qebûl bike, Ermen sûcdar kirin û ew bi "xiyanetê" tawanbar kirin. Ev hincet bûn çirûsika destpêkê ya sirgûnkirina bi darê zorê, bêçekkirina 100 hezar leşkerên Ermen û desteserkirina çekên sivîlan.

Trajedî li gel bêçekkirinê nesekinî, lê bi pêkanîna komkujiyên hovane li dijî leşkerên bêçek, ji serjêkirinê bigire heya binaxkirina saxî, bi dawî bû.

VEKIŞANDINA PARASTINA LEŞKERÎ DESTPÊKA QIRKIRINÊ BÛ

Balyozê wê demê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Tirkiyeyê Henry Morgenthau bêçekkirina Ermenan wek ‘vexwendina tunekirina Ermenan’ bi nav kir.

Di hevdîtineke wezîrê karên derve yê Osmanî Talet Paşa û balyozê DYA’yê Henry Morgenthau de Talet Paşa got "Me karî ji sêyan yeka gelê Ermen xelas bibin, êdî li Bitlîs, Wan û Erziromê şopa wan nemaye... Divê Ermen bên tunekirin. Ger em vê yekê nekin, ew ê bê guman tola xwe ji me hilînin.”

Vê bûyerê derseke dijwar a hebûnê da gelên herêmê, anku civakên ku pergaleke yekgirtî ya "xwe parastinê" tune ne, her û her li hember tunekirin û zilmê bêparastin dimînin.

Peyva "xweparastin" ne tenê tê wateya hilgirtina çekan, lê di heman demê de xwedî hişmendiya siyasî, rêxistina civakî, parastina çandî û perwerdehiya serbest jî tê.

Ew yek ji stûnên modela neteweya demokratîk e ku pirrengiya çandî diparêze û nasnameyên neteweyî ji hilweşandin an hedefgirtinê diparêze.

MEŞÊN MIRINÊ

Piştî komkujiyan, karwanên jin, zarok û kal û pîrên bêçare bê av û xwarin li çolên bêberav hatin firotin, ku ev meş wekî "meşên mirinê" tên zanîn.

Di bûyera ku wekî Komkujiyên Sêfo yan "Komkujiyên Asûrî û Suryanan" tê zanîn de,  di navbera 250 hezar û 500 hezar kesan ji civakên Suryan, Asûrî, Keldan û Ermen de bi rêbazên hovane yên wekî talankirin û tecawizkirina komî hatin kuştin.

Li ser mijarê Îmad Teteriyan êşa 1915'an bi rastiya niha ya Sûriyeyê ve girê da û destnîşan kir ku ew zihniyeta ku "navê ol" an "nîjadê" ji bo tunekirina Ermenan bi kar anî, heman zîhniyeta ku endamên çeteyên DAIŞ'ê li dijî Ermen û xiristiyanan, koçberiya bi darê zorê li deverên wekî Efrîn û Serêkaniyê û komkujî li dijî xelkê perav û Siwêda, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir.

Teteriyan got: “Divê qanûnên hişk hebin da ku rê li ber dubarebûna komkujiyan wiha bigirin. Dema ku ew behsa demokrasiyê û mafên mirovan dikin divê ev nivîs an qanûn rast bin, ne tenê gotin û xeyal bin.”

MILYONEK Û NÎV QURBANÎ

Li gorî texmînên dîroknas û rêxistinên navneteweyî, heta dawiya sala 1923'yan, zêdetirî 1.5 milyon Ermen hatin kuştin û nîv milyon jî winda bûn. Vê yekê di demografiya gelek herêmê yên Ermen, her wiha Suryan, Asûrî û Keldan de guhertineke tevahî çêkiribû û zirar dabû nifûsa Anatolyayê.

Bi sed hezaran Ermen li Lubnan, Sûriye, Iraq û Fransayê penaber bûn, yên mayî jî koçî Amerîkayê kir. Gund û bajarok bi tevahî hatin tunekirin û şûnwarên çandî, olî û dîrokî hatin tunekirin.

TIRKIYE KOMKUJIYÊ ÎNKAR DIKE

Tevî gelek belgeyên heyî, rayedarên Tirkiyeyê heta roja îro jî qirkirinê înkar dikin û naskirina wê li gorî madeya 305 a Qanûna Cezayê sûcdar dikin, di heman demê de 20 welat bi fermî qirkirinê nas dikin, di nav wan de Fransa, Rûsya, Kanada, Lubnan û Yewnanistan hene.

Her wiha ev qirkirin û komkujî ji aliyê 43 wîlayet û meclîsên herêmî yên DYA'yê li Awistralya, Spanya û Kanadayê, li gel Parlamentoya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Dêran a Cîhanê û saziyên din ên navneteweyî ve tê naskirin.

Îmad Teteriyan daxwaza bilindkirina asta naskirina fermî ya navneteweyî ya vê qirkirinê kir, da ku zext li Tirkiyeyê were kirin û mafên gelê Ermen werin vegerandin. Li kêleka wê jî hikumeta demkî ya Sûrieyyê mecbûr bikin ku komkujiyên li peravê, Siwêdayê û taxên Kurdan ên li Helebê qebûl bike û anî ziman ku naskirin tenê rê li ber dubarebûna qirkirinan li dijî gelan digire.

NASKIRIN Û HESABDAYÎN MIFTEYA ÇARESERIYEKE DEMOKRATÎK IN

Emad Teteriyan got herêma Mezopotamyayê dewlemendiya gelek çandan e ku ji bo bidestxistina ahengekê hewceyê aştiyê ye û ji bo ku ev qirkirin bibe pireke têgihîştinê, divê mafên gelê Ermen bi tevahî werin vegerandin.

Teteriyan destnîşan kir ku vegerandina mafan bi vegerandina axên ku ji hêla dewleta Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin û axên ku ji hêla Azerbaycanê ve bi piştgiriya Tirkiyeyê (Karabax/Artsax) hatine desteserkirin dest pê dike, ji bilî naskirina vê qirkirinê, vegerandina mafan û hesabpirsîna sûcdaran. Teteriyan anî ziman ku Heta ku mafekî binpêkirinî hebe ku li pişt wî mafî daxwazkar bin, ew maf winda nabe.

Di dawiyê de Îmad Teteriyan bang li rêxistinên civaka navneteweyî kir ku ji bo sûcdarên komkujiyên li dijî civakên li Sûriyeyê jî hesab bipirsin, da ku ev qirkirina Ermenan di sedsala 21'ê de li dijî civakên din dubare nebe.

(ac/fr)

ANHA