Katz: Eger Hizbullahê êriş bike em ê li Beyrûtê bidin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got, eger Hizbullahê êrişî bajarokên bakurê Îsraîlê bike, ew ê jî paytexta Lubnanê Beyrûtê bikin hedef.

Katz: Eger Hizbullahê êriş bike em ê li Beyrûtê bidin
2 mijdar, 2025   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îro di hevpeyvînekê ligel Kanala 14’an de got, eger Hizbullah êrişî  bajarokên bakurê Îsraîlê bike, ew ê jî paytexta Lubnan Beyrûtê bikin hedef.

 Katz got ku Îsraîl dê bersiva her gefê bide û destnîşan kir ku nûnerên DYA’ê,  hikûmeta Lubnanê ji vê yekê agahdar kirine.

Katz da zanîn ku DYA’ê zextê li Beyrûtê dike da ku Hizbullah bêçek bike û  got, Îsraîl şansek dide van hewldanan.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saiar nivîsek li ser hesabê xwe yê X’ê parve kir û got, jinûve biçekirina Hizbullahê dê bandorên cidî li ser ewlehiya Îsraîlê û pêşeroja Lubnanê bike. Saiar anî ziman ku terorîzm li Lubnanê pêş ketiye û ji bo aramî û ewlehiya herêmê rakirina wê pêwîst e.

(bb)