Li Başûr 2 jin hatin qetilkirin

Di meha Cotmeha îsal de li Başûrê Kurdistanê 2 jin hatin qetilkirin û jinek jî bi şêweyek guman jiyana xwe ji dest da.

Li Başûr 2 jin hatin qetilkirin
2 mijdar, 2025   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî bîlançoya mehane ya ajansa Rojnews’ê, di Cotmeha îsal de li Başûrê Kurdistanê 2 jin hatin qetilkirin û jinek jî bi şêweyek guman jiyana xwe ji dest da.

Rojnewsê der barê qetilkirina jinan de ev agahî parve kirin:

’’Di 13’ê Cotmehê de li taxa Mameyare ya li parêzgeha Silêmaniyê cenazeyê jinek 41 salî di mala wê de xeniqiyî hate dîtin.

Di 15’ê Cotmehê de li taxa Edenî ya ser bi parêzgeha Kerkûkê jinek bi navê ‘K-Î-S’ (32) di mala xwe de hate gulebarankirin û qetilkirin.

Di 21’ê Cotmehê de li taxa Domîze ya parêzgeha Kerkûkê jinek 46 salî ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin.’’

Hate zanîn ku di 9 mehên destpêka îsal (2025) de li Başûrê Kurdistanê 25 jin hatine qetilkirin û 18 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 4 mamostayên nerazî û çalakvanên jin ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve rastî tundiyê hatin.

Li gorî agahiyan, di sala 2024’an de li Başûrê Kurdistanê 39 jin hatibûn qetilkirin yan jî neçarî xwekuştinê hatibûn kirin, her wiha 7 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabûn.