Teqîneke mezin û êrişeke Îsraîlê li gundewarê Siwêdayê

Îsraîlê li gundewarê Siweydayê cihekî hêzên hikûmeta veguhêz û çekdarên wê bombebaran kir, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Teqîneke mezin û êrişeke Îsraîlê li gundewarê Siwêdayê
20 tebax, 2025   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarê Siwêdayê li nêzî rêya bajarokê El Sala û Til Hedîd teqîneke mezin rû da, di heman demê de balafirên şer ku tê texmînkirin ên Îsraîlê ne li asîmanê heman deverê digeriyan.

Li gorî çavkaniyên meydanî, êriş li dijî xalekê ku endamê hêzên hikûmeta veguhêz tê de bûn pêk hat, di encamê de kuştî û birîndar çêbû.

Her wiha ji ber bombebaranê agir bi erebeyeke leşkerî ya ji cûreya Kiya ku çeka giran li ser bû, ket.

Ev êriş piştî hevdîtina wezîrê karûbarên stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer û wezîrê karê derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Esed Şîbanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack, pêk hat.

(ac/şx)

ANHA