Karwanê duyem yê gelê Başûr gihişte Rojava

Piştgiriya gelê Başûrê Kurdistanê yê ji bo berxwedana Rojava berdewame. Karwanê duyem yê gelê Başûrê Kurdistanê sînor derbaz kir û ji aliyê xelkê Dêrikê ve hate pêşwazîkirin.

Karwanê duyem yê gelê Başûr gihişte Rojava
20 ÇILE, 2026   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya demek kurt karwanê duyem yê gelê Başûrê Kurdistanê yê ji Silêmaniyê ji bo bersivdayîna banga seferberiya giştî û piştevaniya berxwedana Rojavayê Kurdistanê rê ketîn, sînor derbaz kir û gihişte Rojavayê Kurdistanê.

Karwanê gel ji aliyê xelkê Dêrikê ve bi dirûşme û stranan ve hate pêşwazîkirin.

Hêjayî gotinêye ku îro danê nîvro karwanê yekem yê gelê Başûrê Kurdistanê sînor derbazkirin û gihiştibû Rojavayê Kurdistanê.