Karwanê alîkariyên mirovî ji Tebqayê ber bi herêmên peravê ve kete rê

Karwanê alîkariyên mirovî ya ku ji aliyê Komeleya Alîkarî û Geşedanê ya Mezopotamyayê ve hatiya amadekirin, ji deriyê El Bûasî yê kantona Tebqayê ber bi herêmên peravê ve bi rê ket.

Karwanê alîkariyên mirovî ji Tebqayê ber bi herêmên peravê ve kete rê
Karwanê alîkariyên mirovî ji Tebqayê ber bi herêmên peravê ve kete rê
Karwanê alîkariyên mirovî ji Tebqayê ber bi herêmên peravê ve kete rê
Karwanê alîkariyên mirovî ji Tebqayê ber bi herêmên peravê ve kete rê
Karwanê alîkariyên mirovî ji Tebqayê ber bi herêmên peravê ve kete rê
20 gulan, 2025   10:37
TABQA

Di çarçoveya kampanyaya alîkarya mirovî ya ku ji aliyê Komeleya Mezopotamyayê ve bi hevkariya Desteya Karûbarên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate birêxistinkirin de, îro danê sibê karwaneke alîkariyên mirovî ji deriyê El Bûasî yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên desthilata Şamê de, ber bi herêmên peravê ve bi rê ket

Karwanê ku ji Qamişlo bi rê ket û ji Hesekê, Reqa û Tebqayê derbas bû, îro danê sibê bi rêya deriyê El Bûasî derbas bû. Ev karwana duyemîn e di ku di çarçoveya kampanyaya alîkariyên mirovî de ji bo herêmên beravê tê rêkirin.

Şêniyên kantona Reqayê jî li ber pira nû ya bakur pêşwaziya karwanê kir û hin alîkariyên mirovî pêşkêş kirin.

karwanê ku ji hezar û 500 selikên xwarinê pêk tê li 2 kamyonan barkirî ye.

(k)