Fikarên dayîna hemwelatîbûnê bo çekdarên biyanî li Sûriyeyê 

Qonaxa piştî rakirina cezayên li ser Sûriyeyê, fikra dayîna hemwelatîbûna Sûriyeyê ji çekdarên biyanî re û nîşaneyên têkçûna têkiliyên Amerîkayê bi Tel Avîvê re mijarên rojnameya ereb ne.

Fikarên dayîna hemwelatîbûnê bo çekdarên biyanî li Sûriyeyê 
20 gulan, 2025   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de rakirina cezayên li ser Sûriyeyê, hewldanên Şamê yên dayîna hemwelatîbûnê ji bo çekdarên biyanî, her wiha pêwendiyên Amerîka - Îsraîlê nirxandin.

PIŞTÎ RAKIRINA CEZAYÊN AMERÎKAYÊ YÊN LI SER SÛRIYEYÊ DÊ ÇI BIBE?

Rojnameya El Ereb a Londonê têkildarî guhertina mezin a di siyaseta Washingtonê de li hember Şamê nivîsî. Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku ku piştî zêdetirî deh salên îzolasyona dîplomatîk û sizayên li ser rejîma berê ya Sûriyeyê, biryara rakirina sizayên Amerîkî hate sepandin.

Li gorî rojnameyê, ev guhertin tevliheviyên li qada herêmê û navneteweyî nîşan dide û wiha domand "Van tevliheviyan hişt ku Washingtonê amûrên xwe yên siyasî ji nû ve binirxîne. Ji destpêka şer û pevçûnan di sala 2011’an de, Amerîka rêbaza sizayan û piştgiriya sînordar ji opozisyonê re girtiye, lê nebûna encamên berçav hişt ku hêzên herêmê yên wekî Îran û Rûsya bandora xwe berfireh bikin."

Rojnameyê destnîşan kir ku qonaxa bê dê hem ji bo serkirdayetiya nû ya Sûriyeyê û hem jî ji bo Washingtonê bibe ceribandinek. Her wiha diyar kir ku  pêşbînî tê kirin ku li Sûriyeyê di mijarên mafên mirovan, çaksaziya saziyan û nivîsandina destûreke nû de pêşketinek çêbibe.

’DAYÎNA HEMWELATÎBÛNA SÛRIYEYÊ JI ÇAKDARÊN BIYANÎ RE: TEVGEREK XETERNAK’

Rojnameya El Mudun pêşniyara serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri ya dayîna hemwelatîbûnê ji bo çekdarên biyanî yên ku li Sûriyeyê mane û bi jinên Sûriyeyê re zewicî ne, nirxand û destnîşan kir ku ev pêşniyar kêşeyên qanûnî û ewlekarî di qonaxa piştî şer de derdixe holê.

Rojnameyê bal kişand ser ezmûna Bosnayî, ya ku hemwelatîbûnê da çekdarên biyanî, lê piştre piştî zexta navneteweyî ew biryar betal kir. Her wiha da zanîn ku dê li Sûrieyê jî pirsgirêkên wiha derkevin, eger pîvanên hişk ji bo dayîna hemwelatîbûnê neyên danîn, bi taybetî ji ber ku gelek ji van kesan bi neqanûnî derbasî welat bûne û tevlî komên çekdar bûne.

DI TÊKILIYÊN ÎSRAÎL-AMERÎKA DE ŞIKESTIN

Rojnameya El Xelîc bal kişande ser guhertinên berdewam di peywendiyên Amerîka û Îsraîlê de. Bal kişand ser vê yekê ku piştgiriya Washingtonê ji serweriya leşkerî ya Îsraîlê stûnek stratêjîk bûye, lê niha ji ber nûavakirina siyasetên Amerîka der barê Asyayê û rûbirûbûna wê bi Çînê re, ev têkiliya Îsraîl û Amerîka kêm dibe.

Rojnameyê ev rewş bi hin sedeman ve girê da, weke rêketina nukleer ya bi Îranê re û rêketinnameyên normalîzekirinê yê bi Israîlê re, di çarçoveya hewildanên Waşingtonê ji bo kêmkirina hebûna xwe ya rasterast li Rojhilata Navîn û xistina Îsraîlê di nav sîstema herêmê de.

(k)