Karwana yekem a koçberên Serê Kaniyê amadekariyên vegerê dike

Koçberên Serê Kaniyê amadekariyan dikin ku sibê Duçemê vegera bajarê xwe, wekî beşek ji karwana yekem. Di heman demê de tomarkirina navên kesên ku dixwazin vegerin berdewam dike.

Karwana yekem a koçberên Serê Kaniyê amadekariyên vegerê dike
Karwana yekem a koçberên Serê Kaniyê amadekariyên vegerê dike
Karwana yekem a koçberên Serê Kaniyê amadekariyên vegerê dike
Karwana yekem a koçberên Serê Kaniyê amadekariyên vegerê dike
9 tebax, 2026   13:42
HESEKÊ

Îro koçberên Serê Kaniyê dest bi amadekariyên dawî kirin da ku vegerin mal û gundên xwe wekî beşek ji karwana yekem, ku dê sibê (Duşem) ber bi bajêr ve biçe. Şêniyan dest bi hilweşandina konên xwe yên li kampan kirine.

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê, bi hevrêziya saziyên têkildar, ji bo temamkirina amadekariyên pêwîst dixebite.

Di vê derbarê de, rêvebereke Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Zehra Semo, ji ajansa me re got: "Me dest bi amadekariyên ji bo çûna karwana yekem a koçberan kiriye, me navên wan tomar kirin û fatûreyên darayî wekî piştgirî ji bo peydakirina pêdiviyên wan di dema vegera wan a malên wêrankirî, li wan belav kir. Her wiha em hatina wesayîtan ji bo koçberan birêxistin dikin da ku dest bi barkirina kelûpel û tiştên xwe bikin."

Zehra diyar kir ku karwana yekem dê sibê, roja Duşemê, biçe û xala kombûnê dê li ber kampa Waşokanî li bajarokê Tiwêna, bakurê Hesekê be.

Zehra da zanîn ku komîteyê îro, bi hevrêziya saziyên li bajarên Dêrik, Dirbêsiyê, Til Temir û Amûdê, dest bi tomarkirina navên malbatên ku berê nekarîbûn tomar bikin û dixwazin vegerin kir.

(k)

ANHA