Karwana şêniyên 4 bajarên Cizîrê gihîşt Tişrînê

Karwana şêniyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs ên kantona Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê.

Karwana şêniyên 4 bajarên Cizîrê gihîşt Tişrînê
7 adar, 2025   20:42
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Şêniyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs ên Kantona Cizîrê ji bo tevlêbûna berxwedana Bendava Tişrînê vê sibehê berê xwe dane berxwedana Bendava Tişrînê.

Bi dehan şênî, kal, ciwan, jin, hunermend, rewşenbîr û pîrjin ên van bajaran bi karwanekê vê êvarê gihîştin Bendava Tişrînê, ku li dijî êrişên deweleta Tirk a dagirker ên li ser bendavê û parastina wê, li ber xwe bidin.

Ji 8`ê Çileya 2025`an gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kom bi kom berê xwe didin bendava Tişrînê.

(fr)

 ANHA