Bi boneya Remezanê wê efû were derxistin

Di civîna QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Reqayê de hat gotin ku wê bi boneya meha Remezanê efû ji bo girtiyên mafê giştî bê derxistin.

Bi boneya Remezanê wê efû were derxistin
7 adar, 2025   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi beşdariya Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, fermandarên leşkerî yên QSD’ê, fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şandeyeke ji Koalîsyona Navneteweyî û rûspiyên kantonên Reqa û Tebqayê, civînek li Reqayê li dar xist.

Di civînê de beşdaran li ser pêşdeçûnên dawîn li Sûriyeyê, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn. Her wiha beşdaran girîngî da piştgiriya îstîqrar û ewlehiya herêmê û têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê. Her wiha beşdaran anî ziman ku divê çareseriyên aştiyane ji kêşeyên heyî re werin danîn.

Ji encamnameya civînê ew e ku bi boneya meha Remezanê wê ji bo girtiyên mafê giştî efû were derxistin.

QSD’ê, Koalîsyona Navneteweyî û rûspiyên eşîran li hev kir ku çareseriya Sûriyeyê di diyaloga Sûrî-Sûrî de û avakirina şandeyekê ji bo diyaloga bi Şamê re, ye.

Armanc ji vê civînê û encamnameyên wê îstîqrara li herêmê were xurtkirin û çareseriyên mayînde ji krîza Sûriyeyê re bi rêya diyalog û lihevkirinê werin pêkanîn.

(fr)

ANHA