‘Em ê dijî êriş û çekên kîmyewî berxwedanê mezin bikin’
Malbatên şehîdan û şêniyên Kobanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku bi çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê pêk tîne, bi tundî şermezar kirin û gotin ew ê heta dawiyê têbikoşin.

Şênî û malbatên şehîdan ên li Kobanê hêrsa xwe dijî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê, her wiha biryardariya xwe ya têkoşînê ji ANHA’yê vegotin.
‘SERKEFTIN WÊ YA GERÎLAYAN BE’
Dayîka bi navê Sayle Ehmed berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir û got: "Mala Barzanî ji berê de xiyanetê dike, bi dewleta Tirk a dagirker re bûye yek û êrîşî gerîlayên azadiyê dikin. Dewleta Tirk bi çekên qedexekirî êrişî gerîlayên ser çiyan dike. Gerîla dewleta Tirk di çiyayên Kurdistanê de gêj û asê kirine, lewma nizane wê çi bike. Em ê her tim li pişta gerîlayên xwe bin, heta dilopek xwîn di canê meda hebe em ê têbikoşin, serkeftin a gerîlayên me ye.”
Şêniyê bi navê Osmanê Pîrê da zanîn ku ji gerîla ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd li çiyayên Kurdistanê berxwedanê dimeşînin û wiha dom kir: “Dewleta Tirk êrîşan pêk tîne, dixwaze hebûna gelê Kurd tune bike. Dijî gerîla çekên kîmyewî bikar tîne , lê çi dibe bila bibe gerîlayên me dê biser bikevin. Em ê jî berxwedana xwe dijî dewleta Tirk a dagirker xurtir bikin.”
Eyşe Mihemed Şêx ku zarokek wê û hevjînê wê di têkoşîn azadiyê de şehîd bûne da zanîn ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê re tên meşandin, berxwedanek mezin tê meşandin û wiha axivî: “Em berxwedana gerîla hezar carî silav dikin û piştgiriya xwe ji bo çalakiyên şoreşgerî nîşan didin. Ew çalakî hêz û vîna me bilind dikin, baweriya serkeftinê dide me. Gerîla ji bo welate û miletekî azad têdikoşe.”
Dayîka 3 şehîdan û 2 gerîlayan Fatme Îso jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: "Heta dilopek xwîn di canê me de hebê em ê li berxwe bidin û li kêlek zarokên xwe yên gerîla bin. Em ê nehêlin dewleta dagirker û PDK bigihîjin armanca xwe. Em ê tu carî serê xwe li hemberî Erdoxan û hevalbendên wî re netewînin. Em ê şopdarên şehîdên xwe bin.”
(a)
ANHA