Karmendên Nexweşxaneya El Wetenî ya Hemayê daxwaza parastinê kir

Piştî binpêkirin li dijî bijîşk û karmendên qada tenduristiyê, karmendên Nexweşxaneya El Wetenî ya Hemayê daxwaza parastinê kir.

Karmendên Nexweşxaneya El Wetenî ya Hemayê daxwaza parastinê kir
29 hezîran, 2025   16:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hember binpêkirinên li dijî bijîşk û karmendên qada tenduristiyê, karmendên Nexweşxaneya El Wetenî ya bajarê Hemayê bi çalakiyeke protestoyî daxwaza parastina tîmên bijîşkî û tenduristiyê kir.

Berî çend rojan binpêkirin li dijî bijîşkên nexweşxaneyê hat kirin û gef li bijîşkên jin hat xwarin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), beşdarên çalakiya protestoyê daxwaza qedexekirina çekan di nexweşxaneyê de û misogerkirina ewlehiya bijîşkan kir.

(mh/fr)