Li Qamişlo û Hesekê bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî

Di sedsaliya darvekirinê de Şêx Seîd û hevalên wî li Qamişlo û Hesekê hatin bibîranîn.

29 hezîran, 2025   16:26
NAVENDA NÛEYAN

Kongreya Îslama Demokratîk bi boneya sedsaliya darvekirina Şêx Seîd Pîranî û hevalên wî merasîmek bîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Merasîma ku endamên saziyên sivîl û malbatên şehîdan beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberên Kongreya Îslama Demokratîk Rûken Hisên peyama Rêber Abdullah Ocalan a ku tê de Şêx Seîd Pîran û Serhildana 1925`an bi bîr aniye xwend. Di peyamê de wiha hate gotin: " Rastiya dîrokî ya ku em di şexsê Şêx Seîd de nîqaş dikin, ji serhildaneke xwecih wêdetir diçe. Ev rastî têkoşîneke kevnar a ji bo jiyanê ye ku di bîra gelê Kurd de şopên kûr hiştiye. Ev têkoşîn şoreşeke civaka Kurd e, ku bi bawerî û îradeyê li dijî zîhniyeta yekalî ya ferzkirî derketiye holê."

Piştre, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Hesen Şero axivî û bal kişand ser dewlemendiya xwezeya Kurdistanê û got, bedewiya xwezaya Kurdistanê hişt ku bibe hedefa hêzên dagirker.

Hesen Reşo îşaret bi komkujiyên ku li dijî gelê Kurd hatine kirin û bi bîr xistin ku dagirkeran hewl dan bi hemû rêbazan çand û nasnameya resen a gelê Kurd ji holê rakin, lê gelê Kurd rojekî serî netewand çand û nasnameya xwe parastin.

Di merasîmê de hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mele Mihemed Mistefa El Xerzan behsa jiyan û Serhildana Şêx Seîd Pîranî kir û wiha got: " Şêx Seîd Pîran perwerdehiya xwe ya olî ji bavê xwe wergirt û di warê fiqih û hedîsê de kûr lêkolîn kir. Di zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî jî de xwedî xîtabek xurt bû. Ji ber vê yekê jî di nava gel û êşîreyan de bibû kesayetiyek bi bandor  ku bi hezaran alîgirên wî hebûn."

Piştre belgefîlmek li ser jiyan û Serhildana Şêx Seîd hat pêşandan.

Di dawiyê de Mele Ebdulselam Etaşaya û Mele Ebdullah Şêxo helbest li ser Şêx Seîd xwendin.

HESEKÊ

Bi heman boneyê Kongreya Îslama Demokratîk bi hevkariya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) çalakiyek li Navenda PYD’ê ya li taxa Kibaba ya bajarê Hesekê li dar xist. Nûnerên saziyên civakî, partiyên siyasî û kesayetên olî û çandî beşdarî çalakiyê bûn.

Piştî rêzgirtinê Şêx Nasir El Cinêdî hin ayetên Quranê xwend. Cîgirê hevserokên Kongreya Îslama Demokratîk Mazin Harûnî jî li ser Serhildana Şêx Seîd Pîranî û hevalên wî axivî û got: "Serhildana wan li dijî pergala Tirk a neteweprest  bû û ji nifşan re bû jêdera îlhamê."

Nûnerê PYD’ê nivîskar Mihemed Beşîr jî li ser armanc û girîngiya Serhildana Şêx Seîd diyar kir ku serhildan ji bo parastina nasnameya kurdan hat lidarxistin û got: " Serhildan di kêliyek girîng de hat ragihandin ku ku rayedarên Tirk zextên mezin li ser Kurdan û komên din ên etnîkî pêk dianîn."

Xwendekaran bi navê Nosêl Mistefa jî nameya Rêber Abdullah Ocalan a bi boneya sedsaliya darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî xwend.

Di dawiya bîranînê de endamên Kongreya Îslama Demokratîk sirûdên olî xwendin.

(bb)

ANHA

QAMIŞLO