Karkerên petrolê piştî sozan çalakiya xwe bi dawî kir

Karkerên bîrên petrolê piştî soza vegerandina wan a li kar wergirt, çalakiya xwe bi dawî kir û rêya tankeran vekir.

Karkerên petrolê piştî sozan çalakiya xwe bi dawî kir
4 îlon, 2026   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Karkerên bîrên petrolê yên piştî wergirtina soza vegerandina wan a li kar, çalakiya xwe ya 3 rojan bi dawî kir.

Karkerên şîrketên petrolê li dijî biryara dûrxistina wan a ji kar û tayînnekirinê dest bi çalakiyê kiribû û rêya tankeran girtibû.

Karkeran ji bandorên berdewama dûrxistina wan a ji kar hişyarî da û diyar kir ku ev kar jêdera debara wan e. Her wiha diyar kir ku eger gavên cidî neyên avêtin dê çalakiya xwe berfireh bikin û li ber pompe û depoyên petrolê jî çalakiyan bikin.

Aliyên têkildar soz da ku dê wan vegerînin kar û tayîn bikin. Piştî van sozan çalakî bi dawî kirin û rêya tankerên petrolê vekir.

(bb)