Karkerên barkêşiyê: Qedexekirina motorsîkletan zirarê dide me

Karkerên barkêşiyê nerazîbûna xwe li hember pêkanîna biryara qedexekirina motorîsklêtan a li bajarên parêzgeha Hesekê nîşan da û bang li aliyên peywendîdar kir ku li gorî rewşa wan careke din biryarê binirxînin.

Karkerên barkêşiyê: Qedexekirina motorsîkletan zirarê dide me
Karkerên barkêşiyê: Qedexekirina motorsîkletan zirarê dide me
Karkerên barkêşiyê: Qedexekirina motorsîkletan zirarê dide me
Karkerên barkêşiyê: Qedexekirina motorsîkletan zirarê dide me
3 tîrmeh, 2026   07:50
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Biryara qedexekirina motorsîklêtan li bajarên parêzgeha Hesekê di 1`ê Tîrmehê de kete meriyetê. Piştî bidawîbûna dema ku ji bo xwediyên motorsîklêtan hatibû dayîn, ji bo pêkanîna biryarê endamên hêzên ewlekariyê li kolanên bajar rêbend danîn. 

Têkildarî mijarê, karkerên dikanên bazirganên genim ên li bajarê Çilaxa ji ajansa me re axivîn. Ev kedkar her roj ji gundên xwe bi motorsîklêtan dihatin bajêr, lê niha ji ber qedexekirinê ew bi meşê tên bajêr.

Karkeran diyar kir ku qedexekirinê bandor li karê wan ê rojane kiriye, bi taybet di dema mewsima çinînê de.

Karkerê bi navê Hisên Deham ê ji gundê Zexîre yê ku li rojhilatê Çilaxa dikeve, da zanîn ku beriya pêkanîna biryarê ew bi motorîskilêtê xwe di 10 deqeyan de digihişt cihê kar xwe, lê niha piştî pêkanînê ew neçar ma saetekê bimeşe heta ku bighêje cihê karê xwe.

Hisên Deham got: “Biryar biryareke neheq e, rewşa karker û malbatan li ber çavan nehatiye girtin. Em ji bo debara jiyana malbatên xwe bi awayekî rojane anku li ser girtina mûçeyên rojane dixebitin. Karê me bi hacetî ku em di demeke zû de bigihêjin karê xwe û divê em bi lez tev bigerin. Bi taybet em tûrikên genim ên 100 kîloyan radikin û digihînin kamyonên ku diçin depoyên genim.”

Hisên Deham destnîşan kir kedkarên barkêş herî zêde zirar ji biryara qedexekirinê dîtine, motorîsklêt ji bo wan wesîleya sereke ye ji bo ku bighêjin karê xwe.

Hisên Deham ji aliyê peywendîdar xwest ku careke din biryarê binirxînin û pêşinyar kir ku li şûna qedexeya giştî planeke birêxistinkirî li gorî saetên kar ji bo wan were danîn.

Kedkar Ehmed Mihemed jî da zanîn ku dema pêkanîna biryarê di mewsimê veguhastina genim de hat, di vê demê de derfetên kedkaran ji bo kar zêde ne û got: “Di biryara qedexekirinê de rewşa debarê li ber çavan nehatiye girtin, ji ber rewşa aborî û bihabûnê em saetên dirêj dixebitin. Heke em zû negihêjin kar, li şûna me kedkarên din ji bo xebatê tên girtin, ev jêdera debara me ji me dibe.”

Ehmed Mihemed got domandina pêkanîna biryarê di rewşa wê ya heyî de zehmeta kedkaran zêde dike, divê aliyên peywendîdar ji bo parastina ewlehiya çûn û hatinê çareseriyeke dîtir bibînin.

(sb)

ANHA