13 sal di ser bidawîbûna desthilata Îxwanan a li Misrê re derbas bûn

13 sal di ser bûyerên 3`yê Tîrmehê 2013`an re derbas bûn û hîna jî bidawîbûna desthilata Îxwan El Muslimîn li Misrê di nîqaşê de ye.

13 sal di ser bidawîbûna desthilata Îxwanan a li Misrê re derbas bûn
3 tîrmeh, 2026   05:12
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

3`yê Tîrmehê 2013`an wezîrê parastinê yê Misirê yê wê demê Ebdulfettah El Sîsî ragihand ku serokê berê yê Misrê Mihemed Mursî ji kar hatiye derxistin û xebatên destûrê rawestandine. Her wiha serokê Dadgeha Destûra Bilind şêwermend Edlî Mensûr bi demkî dê welat bi rê ve bibe û hilbijartinên serokkomariyê yên pêşwext çêkin. 

30’ê Hezîranê li Misrê xwepêşandanên berfireh çêbûn. Gel di xwepêşandanan de xwest desthilata Mihemed Mursî bi dawî bibe û hilbijartinên pêşwext çêbin. Alîgirên Mihemed Mursî derketin xwepêşandanan û xwest ew li ser karê xwe bimîne. Di wê rewşê de artêşa Misrê 48 saet dan hêzên siyasî ku ji bo krîza li Misrê li hev bikin.

Berî wan pêşketinan tevgera Temerud hate avakirin, di vê tevgerê de bi milyonan daxwaz kirin ku nema bawerî bidin Mursî. Alîgirên Mursî li hemberî tevgera Temerudê dest bi hemleya bi navê Tecerud kir. Di wê hemleyê de bi milyonan alîgirên Mursî bûn û dixwestin Mursî li ser desthilatê bimîne.

Berî ku 48 saet tijî bibin, Mursî axivî û got ew bi destûrê ve girêdayî ye, bang li diyaloga neteweyî kir û daxwaz kir ku destûra Misrê sererast bikin. Lê hêzên muxalîf israr kir ku hilbijartinên serokkomariyê yên pêşwext çêbin.

Dema ku biryara dûrxistina Mursî ji desthilatê hate ragihandin, Mursî bi daxuyaniyekê biryar red kir. Her wiha Îxwan El Muslimîn û Partiya Azadî û Edaletê û hêzên alîgirên wan biryar û mekanîzmayên nû qebûl nekirin, Hevpeymana Neteweyî ya Piştgiriya Rewabûnê ava kir, xwepêşandan bi rêxistin kirin û dixwestin Mursî vegere ser desthilatê.

Li beramberî wê hêzên siyasî, kesayetên girîng, saziyên fermî, navbera wan hêzên çekdarî û Wezareta Hundirîn nexşerêya artêşê qebûl kir.

Li beramberî van pêşveçûnan xwepêşandan û pevçûn li gelek parêzgehan çêbûn. Di wan xwepêşandanan de kuştî û birîndar hebûn. Berî van bûyeran li welat bûyerên ewlehî û siyasî rûdan. Mînak; çalakiya rûniştinê ya Rabia El Edwiya û El Nehda çêbûn, fermandarên Îxwan El Muslimîn hatin girtin, bi sedan dadgeh kirin, hinek ji wan hukmê girtinê li wan birîn û yên dîtir jî bi dar ve kirin.

Li ser asta navneteweyî li hember rewşa li Misrê qewimî helwest derketin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (ABD), Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Ewropayê (YE) û hinek dewletên rojavayî bang kir ku Misr bi lez li rêya `demokrasî û rêveberiya sivîl` vegere, Yekitiya Afrîkayê endamtiya Misrê sekinand heyanî ku sîstema destûrî careke dîtir li Misrê bikevê meriyetê. Dewletên Ereban jî mîna Erebistana Siûdî û Îmaratê erênî pêşwazî kirin û piştgriya rayedarên veguhêz ên Misrê kir. Tirkiyeyê jî ji bo rewşa Misrê û bûyerên lê qewimîn got derbeya leşkerî çêbûye.

Serokê sîstema Baasê yê berê Beşar El Esed jî got bûyerên li Misrê qewimîn têkçûyîna îslama siyasî ye û di hevdîtinekê de got “Kî olê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî yan jî ji bo berjewendiyên dîtir bi kar bîne, li ku dera cîhanê be, dê têk biçe”.

13 sal di ser bûyerên li Misrê re derbas bûn û hîna bûyerên 3`yê Tîrmehê 2013`an li Misrê qewimîn di dîroka Misrê ya nûjen de qonaxeke girîng in û ji aliyê siyasî û qanûnî ve gelek nirxandinên cuda li ser têne kirin.

Serokê berê yê Misrê Mihemed Mursî li gorî rayedarên Misrê ragihand, 17`ê Hezîranê 2019`an dema ku li dadgehê di doza sîxûrtiyê de dihat dadgehkirin, ji ber rewşeke tenduristiyê wefat kir.

(np)

ANHA