Jinên Qamişloyê: Em hemû cureyên tundiyê yên li dijî jin û welatiyan red dikin

Jinên ji bajarê Qamişloyê kiryarên li dijî jin û ciwanên Kurd ên li bajarokên Til Eran û Til Hasilê şermezar kirin û diyar kir ku ew hemû cureyên tundiyê yên li dijî jin û welatiyan red dikin û daxwaza serbestberdana girtiyan kir.

Jinên Qamişloyê: Em hemû cureyên tundiyê yên li dijî jin û welatiyan red dikin
3 tîrmeh, 2026   06:41
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Bertekên li hember êrişa li dijî jinan, sergirtina malan û girtina ciwanên Kurd li bajarokên Til Eran û Til Hasilê yê Helebê (30 Hezîran) didomin. 

Jinên li bajarê Qamişloyê bi rêya ajansa me re diyar kir ku kiryarên ku dibin, derveyî mafên mirovan û jinan in, ev kiryar ne li gorî pêvjoya nû ya ku Sûriyeyê ne. Divê Sûriye li ser edalet, wekhevî û rêzdariya ji rûmeta hemû gelê Sûriyeyê re bê avakirin.

Gulistan Fatimê got: “Em wê bûyerê qebûl nakin, em wekî jin hevkariya xwe pê re radighînin. Sedemeke tune ye li pey wan kiryarên ku li herêmê dibe, em ê li dijî tundî û zilmê bisekinin. Girtina ciwanên Kurd kiryareke ku nayê qebûl kirine, heta serbestberdana wan em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Endama Kongra Star Ranya Mihemed jî kiryarên ku li dijî jinan û welatiyan pêk hat şermezar kir û got: “Ew bêyî sedemek diyar, çeka xwe li pêşberî gelê Kurd radikin. Ev kirin nayên qebûlkirin.”

Ranya Mihemed wiha anî ziman: “Gelê Kurd piştgirê aştiyê ye, nêzî şer û tundiyê nabe. Divê hikumet jî li ser vî esasî cidî nêzî gelê Kurd bibe, divê sînorê xwe yê berpirsyartiyê û rêzdariya li hember hebûna wan bizane.”

Bedîaa Emîn jî got: “Bila her kes bizane ku em ti cureyên tundiyê li dijî jinan qebûl nakin, ji ber vê yekê em êrişa li dijî jina li Til Eranê şermezar dikin, em ê li hemberî van kiryarên ku li dijî jinan tên kirina tê bikoşin.”

Bedîaa Emîn diyar kir ku heta dawiyê ew ê mafên xwe biparêzin, felsefeya wan jî “berxwedan jiyan e” ew heta dawiyê girêdayî wê bin.

Endama Kongra Star Muna Îbrahîm bal kişand ser rola Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) a parastina jinan û got: “Em van êrişan qebûl nakin, em ê weke jin bi hev re di yek refê de bin. Em ê bi hevgirtina xwe hêzeke mezin ava bikin.”

Muna Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku têkildarî şermezarkirina hemû cureyên tundiya li dijî jinan û gelê Kurd li Til Eran û Til Hasil wê çalakiyên wan bidomin û wiha got: “Divê hikumet li gorî pêwîstiyên rewşa heyî nêz bibe, ji bo parastina civakê û misogerkirina mafên wan tev bigere.”

(sb)

ANHA