Karkerekî birîndar êriş vegot

Karkerekî stasyona ceyranê ê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûye, kêliya êrişê vegot.

Karkerekî birîndar êriş vegot
15 ÇILE, 2024   17:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafir bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker vê sibehê stsayona ceyranê ya li navçeya Dirbêsiyê bombebaran kir û şewat di stasyonê de çêbû. Dema ku karkerê bi navê Kabrîn Hewas El Ferho hewl dida agir vemirîne dewleta Tirk careke din stasyon bombebaran kir. Di encamê de El Ferho ji ling û zikê xwe ve birîndar bû. 

El Ferho dê di çend saetên bê de emeliyet bike, têkilarî êriş ji ajansa me re axivî. El Ferho got: "Derdra saet  09.00’an ê vê sibehê de me dengê teqînekî bihîst. Em ji navendê derketin çûn cihê teqînê da ku şewata ji bombebarana balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker de li stasyonê derketiye vemirînin. Dema me hewl dida agir vemirînin, balafirên bê mirov ên bi çek bombe li me barand, ez ji ling û zikê xwe ve birîndar bûm. Min veguhestin nexweşxaneyê."

Li gorî bijîşkan, rewşa karkerê birîndar baş e û dê di çend saetên bê de emeliyet bike.

El Ferho  xwest ku sînorek ji dewleta Tirk a dagirker re bê dayîn.

(bb)

ANHA