Dewleta Tirk 70 hezar kes bê av û ceryan hiştiye

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi tenê li Amûdê zêdetirî 70 hezar kes bê av û ceryan in.

1 mijdar, 2024   06:10
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN-SÎMAV MIHEMED

Dewleta Tirk a dagirker di navberea 23-27ˈê Cotmehê de êrişên giran anîn ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Dagirkeran di êrişan de balafirên şer û yên bêmirov û obîs bi kar anîn û rasterast binesazî û navendên xizmetguzariyê bombebaran kirin. Di encama êrişan de gelek navendên xizmetguzariyê ji xizmetê derketin.

Li bajarê Amûdê jî zirar gihaşt beşeke mezin a firneya nan. Stasyona ceryanê ya 66/20 KF jî ya ku ceryanê dide nêzî 188 gund û bajarokan, ji xizmetê derket.

Li gorî Meclisa Bajarê Amûdê li bajar û gund û bajarokên wê 13 hezar û 800 malbat anku 70 hezar kes dijîn.

Xelkê Amûdê bi rêya pompeyên ceryanê avê ji 24 bîran bi dest dixe. Lê di encama êrişa li ser stasyona ceyranê de xelk niha bê av û ceryan e.

Jina bi navê Xezale Kemal Ebas a ji Amûdê diyar kir ku ji 24ˈê Cotmehê ve av li bajar qut e û got ew avê ji bîrên ku cîranan li kolanan kolandine, dikişînin. Xezale Ebas da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li ser jêderên bingehîn ên jiyana gel armanc dike ku xelkê qetil bike.

Derketina stasyona ceryanê ji xizmetê bandor li xebatên nexweşxane û firneya sereke ya li bajar jî kir.

Li gorî rêveberê Firneya Amûdê Şemsedîn Bîco, firne niha bi rêya jeneratoran tê xebitandin û rojane nêzî 16 hezar ton nan çêdikir ku li xelkê bajar û gundan dihat belavkirin. Bîco got: "Firne niha bi rêya jeneratoran û ava bîran 24 saetan bê navber dixebite. Lê metirsî ew e ku heke jenerator xirab bibin alternatîfên din tune ne."

Hevserokê Saziya Ceryanê ya Amûdê Siûd Elî jî têkildarî zirarên ku li stasyona ceryanê bûne ev agahî dan: "Ji ber zirarên mezin ên ku stasyonê bûne, stasyon ji xizmetê derketiye û bajar û gundên Amûdê, tevî bajarê Dirbêsiyê bê ceyran in."

Siûdî Elî bi bîr xist ku piştî êrişa par a dewleta Tirk a li ser stasyona ceryanê ya Dirbêsiyê, stasyona Amûdê ceryan û av didan bajar û gundewarên Dirbêsiyê jî.

(bb)

ANHA