Ji Lubnanê reviyan û berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Kesên ji Lubnanê reviyane û hatine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, spasiya Rêveberiya Xweser kir ku rêwîtiya wan a ber bi herêmê ve hêsan kir û alîkarî ji wan re pêşkêş kir.

Ji Lubnanê reviyan û berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
2 cotmeh, 2024   04:10
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Penaber û şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji Lubnanê reviyane û hatine herêmê, ji ajansa me re axivî.

Gelek ji wan piştî ku sînorên Sûriyeyê derbas kirin, tercîh kirin bên herêmê, ji ber ku ewle û aram e. Nemaze ku nûnertiya Rêveberiya Xweseriya a Lubnanê kar û barên kesên dixwazin bên herêmê, hêsan kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo girtina tedbîrên pêwîst û hêsankirina kar û barên sûriyeyiyên vedigerin herêmê, maseya krîzê ava kiribû.

Mehmûd El Ehmed ê ji Reqayê ku piştî êrişa Îsraîlê ji Lubnanê vegeriya herêmê got: "Ji ber moşekan em ji mal derketin û heta çend rojan li bin daran man."

El Ehmed ku 8 sal li herêma Bîqa ya Lubnanê maye, spasiya Rêveberiya Xweser kir û wiha domand: "Qerebalix li ber deriyê Tebqayê pir e lê dîsa jî em pir li bendê neman, tedbîrên ketina herêmê hêsan û bi lez bûn.

Lîna Mihemed a nasnameya lubnanî wergirtiye, wiha behsa rêwîtiya koçberiyê kir: "Ez û malbata xwe li Beyrûtê bûn. Bi êrişên li dijî başûrê Lubnanê re em derketin. Yekser em çûn ser sînorên Sûriye -Lubnanê. 3 roj li wir man. Piştî 25 saetan em derbasî Sûriyeyê bûn. Dema em gihaştin geracê em yekser hatin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

Lîna ev li gotinên xwe zêde kir: "Bi eslê xwe em ji Tebqayê ne. Ji ber ku Tebqa di bin kontrola Rêveberiyê de ye û li Sûriyeyê ya herî ewle ye, me xwest bên vir."

Lîna jî spasiya saziyên Rêveberiya Xweser kir ku li ser deriyê Tebqayê alîkariya wan kir.

Ehmed Îsmaîl ê bi eslê xwe ji Helebê ye û ji Lubnanê reviyaye û hatiye herêmê, got: "Ez li başûrê Beyrûtê rûniştibûm. Ji şer û moşekan em gelek tirsîn. Ji ber wê em derketin û hatin vir."

Îsmaîl wiha pê de çû: "Ewlehî û aramî li vir heye, ji ber wê dema em ji Lubnanê derketin me yekser berê xwe da vir."

Îsmaîl di dawiyê de got: "Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku kar û barên şêniyan hêsan kir û em bê astengî û bi silamtî gihaştin herêmê."

(şx)

ANHA