Kantona Firatê îmze kom kirin

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, piştî li Qamişlo û Helebê îmze hatin komkirin, li kantona Firatê jî dest bi komkirina îmzeyan bû.

Kantona Firatê îmze kom kirin
11 sibat, 2024   17:01
KOBANÊ

Bi daxuyaniyekê destpêkirina komkirina îmzeyan hate ragihandin. Endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Firatê Sûad Xelîl li Qada Jina Azad a Kobanê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker ji roja girtina Rêber Abdullah Ocalan de mafên wî bin pê dike û ji destpêka 2021ˊê ve tecrîdeke giran li ser ferz dike, nahêle ne parêzer û ne malbat hevdîtinê pê re bikin. Tu hesabekê ji qanûnên navneteweyî re yên der barê girtiyên siyasî de nake.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku îro tu agahî li ser rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest neketine û agahî jê qut in û aliyên îdia dikin ku rêxistinên mirovî ne vê yekê paşguh dikin û tu daxuyaniyekê li ser binpêkirinên desthiltên dewleta Tirk nadin.

Di dawiya daxuyaniyê de li ser binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk a dagirker hat kirin.

Li Qamişloyê yê kantona Cizîrê ji 9ˊê Sibatê ve dest bi komkirina îmzeyan hate kirin, dûre duh li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê dest bi komkirina îmzeyan hat kirin.

Li gorî Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo destpêkirina îmzeyan li kantonên din, amadekarî tên kirin û dê di rojên bê de dest pê bikin.

(fr)

ANHA