Bandora barana biharê li ser çandiniyê

Di van çend rojên dawîn de li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava rewşa tevlihev a atmosfêrê de baran barî û bandoreke neyênî û erênî li ser berhemên çandiniyê kir. Li gorî endazyarê çandiniyê parastina di mîna van rewşan de ew e ku derman werin bikaranîn.

Bandora barana biharê li ser çandiniyê
Bandora barana biharê li ser çandiniyê
Bandora barana biharê li ser çandiniyê
Bandora barana biharê li ser çandiniyê
Bandora barana biharê li ser çandiniyê
Bandora barana biharê li ser çandiniyê
5 gulan, 2024   03:06
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di van çend rojên dawîn de barana gur û birûsk hebû. Wê yekê hemû cotkar bi taybet cotkarên peqle û kemûn xist metirsiyê.

Mewsima çandiniyê ya îsal, ji ber barana di payîz û zivistanê de geş bûn. Lê barana biharê gur bû û wê jî metirsî çêkir.

Di vê dema salê de piranî berhemên çandiniyê, mîna ceh, genim, kemûn, peqel û sebze di qonaxa kamilbûnê de ne û amadekarî ji bo çinînê tê kirin.

Li kêlek wê jî darên biberhem di qonaxa pişkuvîna kulîlkan de ne û barana zêde bandorê li wan dike.

Endazyarê çandiniyê Serbaz Hawil got barana vê dawiyê bandoreke neyênî li peqleyan kir, ji ber ku ew di qonaxa dawîn a kamilbûnê de ne.

Hawil anî ziman ku tu bandoreke mezin a baranê li genim, ceh û gijnîş nebû, lê hin zeviyên ceh bi sivikî bandor bûn.

Hawil destnîşan kir ku barana di hefteya borî de bariya pê re zîpik nebarîn û wê jî bandora neyênî ya li ser çandiniyê kêm kir.

Der barê erêniya baranê de Serbaz Hawil diyar kir ku gelek caran bandora barana biharê ji bo genim erênî ye, ji ber ku genim di qonaxa kamilbûnê de ye û di zêdekirina berhemê de dibe alîkar.

ŞÎRET

Endazyar Serbaz Hawil têkildarî van rewşan bi taybet di biharê de hin şîret li cotkaran kir û got divê cotkar ji bo darên berhemdar û sebzeyan derman bi kar bînin, da ku çandiniya xwe ji nexweşiyên bi sedema barana zêde biparêzin.

(fr)

ANHA