Kampanyaya ‘Jingeha me pêşîniya me ye’ dest pê kir

Meclisa Jin a Kongra Îslama Demokratîk starta kampanya paqijiyê ya bi navê “Jîngeha me pêşîniya me ye” da.

Kampanyaya ‘Jingeha me pêşîniya me ye’ dest pê kir
Kampanyaya ‘Jingeha me pêşîniya me ye’ dest pê kir
Kampanyaya ‘Jingeha me pêşîniya me ye’ dest pê kir
Kampanyaya ‘Jingeha me pêşîniya me ye’ dest pê kir
25 gulan, 2024   11:35
QAMIŞLO

Kampanya ku çend roj beriya niha agahdariya wê hatibû kirin, îro li çerxerêya Xelît a li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo hat destpêkirin. 

Endamên meclisa jin û gelek welatiyên ku li pêşiya avahiya Kongreya Îslama Demokratîk kom bûn, maske û lepik belav kirin, li kolanan gilêş (çop) kom kirin.

Di çarçoveya kampanya ku bi armanca pêşxistina çanda paqijî û parastina hewirdorê bi desteka şaredariyên gel tên birêvebirin de, wê her hefteyê roja şemî û duşemê li kolanên bajar paqijî bê kirin.

Li gorî bernameya kampanyayê wê bi riya komînan sardana malan were kirin û têkildarî parastina hawirdorê agahdarî werin kirin. Her wiha ji 1`ê Hezîranê heta 1`ê Îlonê hefetyê carekê, wê li mizgeftan derbarê xwedîderketina li xwezayê û paqijiyê de agahdarî were kirin.

Dîsa wê qutiyên çopê, birûşorên hişyarkirinê, maske, kîsên çopê û dezenfekte bên belavkirin.

Kampanya ku dê heta 15’yê îlonê dom bike, wê li Hesekê jî bê meşandin.

(ekip/a)

ANHA