Li Til Koçerê 160 donim çandinî şewitî

Li Til Koçerê agir bi zeviyên genim ket û di encamê de 160 donim çandinî şewitî. Tîmên agirkujiyê bi hevkariya şêniyan agir vemirand.

Li Til Koçerê 160 donim çandinî şewitî
Li Til Koçerê 160 donim çandinî şewitî
Li Til Koçerê 160 donim çandinî şewitî
25 gulan, 2024   11:34
QAMIŞLO

Vê sibehê agir bi zeviyên genim ên di navbera gundên Nasiriyê û Naûr yê Til Koçerê ya kantona Cizîrê de ket.

Tîmên agirkujiyê bi alîkariya gundiyan beriya ku şewat berfireh bibe, vemirand.

Li gorî endamên Komeleya Cotkaran a Til Koçerê, 160 donim çandiniya genim şewitiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê şewatê de lêkolîn da destpêkirin.

(bb)

ANHA