Kampanyaya hişyarkirinê li ser xetereyên şantaja sîberê û bikaranîna cinsî

Rêxistina Sara ya li dijî tundûtûjiya li ser jinan, ji bo pêşxistina hişmendiya civakê û jinan li ser xetereya şantaja sîberê û bikaranîna cinsî, li Helebê kampanya dest pê kir. Di kampanyayê de, broşûrên têkildarî mijara kampanyayê belav dike û civînan li dar dixe.

Kampanyaya hişyarkirinê li ser xetereyên şantaja sîberê û bikaranîna cinsî
Kampanyaya hişyarkirinê li ser xetereyên şantaja sîberê û bikaranîna cinsî
Kampanyaya hişyarkirinê li ser xetereyên şantaja sîberê û bikaranîna cinsî
Kampanyaya hişyarkirinê li ser xetereyên şantaja sîberê û bikaranîna cinsî
Kampanyaya hişyarkirinê li ser xetereyên şantaja sîberê û bikaranîna cinsî
Kampanyaya hişyarkirinê li ser xetereyên şantaja sîberê û bikaranîna cinsî
Kampanyaya hişyarkirinê li ser xetereyên şantaja sîberê û bikaranîna cinsî
Kampanyaya hişyarkirinê li ser xetereyên şantaja sîberê û bikaranîna cinsî
Kampanyaya hişyarkirinê li ser xetereyên şantaja sîberê û bikaranîna cinsî
2 tebax, 2025   20:31
HELEB

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ji bo piştgiriya hewldanên parastina jinan ji îstismara cinsî, bi taybetî jî ji sîberzoriyê, li Helebê kampanyayek hişyarkirinê li dijî îstismara cinsî û sîberzoriyê da destpêkirin.

Endamên rêxistinê kampanyayê bi belavkirina broşûran li kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin.

Di broşûran de pênaseyeke kurt a îstîsmara cinsî û şantaja sîberê wekî yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî giran, li gel serişteyên girîng ji bo jinan da ku xwe biparêzin û ravekirineke bandorên psîkolojîk ên ku ev cure tundûtûjî dikare çêbike hebû.

Piştre li Komîna Şehîd Ronahî ya li taxa Şêxmeqsûdê, bi beşdariya bi dehan jinan, semînerek hate dayîn.

semîner ji aliyê rêvebera Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Helebê Emel Îsmaîl ve hat xwendin.

Emel Îsmaîl di axaftina xwe de, bal kişand ser pêwîstiya hişyarkirina jinan, bi taybetî jinên ciwan, li ser bandorên neyînî yên vê diyardeyê û wiha got: Şantaj pir caran ji ber tirsa ji şermezarkirina civakî an jî ji tirsa sûcdaran tê veşartin.

Emel li ser mijarê çend şîret pêşkêş kir, di nav de divê bawerî bi kesên ser hev nas dikin bi rêya medya civakî neyê kirin û agahiyên xwe yê kesayetî biparêzin.

Di dawiyê de, Amel piştrast kir ku Rêxistina Sara, li gorî armancên xwe yên diyarkirî, dê li kêleka her jinekê be ku hewcedarê alîkariyê ye her wiha wê bi hemî rêbazên aştiyane ji bo parastina mafên wan bixebite.

Hêjayî gotinê ye ku komîteya amadekar a kampanyayê ji bo temamkirina wê bernameyeke diyarkirî destnîşan nekiriye, lê belê armancên pêkanîna wê diyar kiriye, ya herî girîng jî gihîştina hejmareke mezin a jinan e da ku hişmendiya wan di vî alî de were pêşxistin. 

(ac/şx)

ANHA