11 rêxistinan banga naskirina jenosîda Şengalê kir

Di salvegera komkujiya Êzidiyan de 11 rêxistinên civaka sivîl, ji bo nasîna jenosîda Şengalê bang li Iraqê kirin.

11 rêxistinan banga naskirina jenosîda Şengalê kir
2 tebax, 2025   21:00
NAVENA NÛÇEYAN  

11 rêxistin, tor û kampanyayên taybet yên di warê enfal û jenosîdê de kar dikin, bi boneya 11’emîn salvegera komkujiya 3’yê Tebaxê ya Şengalê de daxuyaniyek weşandin.

Di daxuyaniyê de bang li Iraqê hate kirin ku fermana Şengalê weke jenosîd binase û wiha hate gotin; “Divê encamên lêkolîna dosyaya Şengalê ji bo raya giştî were eşkerekirin û hêz û komên çekdar ku di parastina Şengalê de berpirs bûn, bên lêpirsînkirin û dadgeh kirin.”

DAXWAZÊN HATINE KIRIN

11 rexistin, tor û kampanyayan daxwazên xwe wiha rêzkirin:

“Divê Iraq tazmînata madî û manewî bide qurbaniyên Êzidiyan. Divê Iraq Peymana Romayê îmze bike û di zûtirîn dem de tevlîbûna xwe ya Dadgeha Cezayê Navneteweyî îlan bike, daku bê zanîn Iraqa îro û berê jihev cudaye. Divê koçberên Êzidî vegerin ser cih û warên xwe û alîkarî ji bo wan were dayîn. Pêwîste gorên komî werin vekirin û ji bo aramiyê xebat were kirin. Divê ewlekariya derûnî, civakî û aramiyê ji bo jinên Êzidî yên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatine revandin, were dabînkirin. Herwiha pêwîste ji bo dîtina jin û zarokên ku çarenûsa wan nayê zanîn, xebat were bilez were kirin. Divê çeteyê DA ê yên vegeriyane, nêzî herêmên Şîe werin neyên bicih kirin û rûmeta Êzidiyan were parastin.”

11 RÊXISTINÊN KU DAXUYANÎ DANE

Navên rêxistin, tor û kampanyayên ku mohra xwe li binê daxuyaniyê dane wiha ne:

Rêxistina Kurdistana Bê Jenosîdê (KWG)

Tora Rêxistinên Kurd ji bo Dadgeha Cezayê Navneteweyî-Koncicc

Tora IKN ya Kurdistanê

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kujer yên li Kurdistanê (OAWMD)

Rêxistina Kampanyaya Dadmendiyê-OJC

Rêxistina Cîhanî ya Çekên Kîmyewî û Biyolojîk

Kampanyaya Jiyanê ya li dijî Darvekirinan li Kurdistanê

Kovara Tobzawa

Rojnameya Nugrasalman

Rêxistina Stay ji bo Şehîd û Qurbaniyên Enfalê

Kurdoside-Chak Kurdistan