Kabîneya Îsraîlê plana dagirkirina Xezayê pejirand

Kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê plana dagirkirina Xezayê pejirand. Plan ji hêla serokwezîr Benjamin Netanyahu ve hatibû pêşniyarkirin.

Kabîneya Îsraîlê plana dagirkirina Xezayê pejirand
8 tebax, 2025   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê amadekariyên kontrolkirina bajarê Xezayê dike, di heman demê de alîkariyên mirovî li sivîlên li derveyî herêmên şer belav dike.

Nivîsgehê di daxuyaniyê de diyar kir ku kabîneya ewlekariyê bi piraniya dengan, 5 bendên bi armanca bidawîkirina şer pejirandin. Li gorî daxuyaniyê 5 bendên hatine pejirandin, ev in; bêçekkirina Hemasê, serbestberdana hemû girtiyan (sax û mirî), bêçekkirina Xezayê, kontrola ewlehiyê ya Îsraîlê li ser Xezayê, her wiha avakirina rêveberiyeke sivîl a alternatîf ku ne di bin fermana Hemasê û ne jî ya desthilata Filistînê de be.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piraniya wezîrên hikumetê diyar kir ku plana alternatîf a ku ji bo nirxandinê ji kabîneyê re hatiye pêşkêşkirin, ne dê Hemasê têk bibe û ne jî girtiyan vegerîne.

Artêşa Îsraîlê ku rojane ji hewa ve û bi topan êrişî herêma Xezayê dike, niha bi qasî ji sedî 75 axa Xezayê kontrol dike û operasyonên bejahî pêk tîne.

Di encama şerê Xezayê de ku 7’ê Cotmeha 2023’yan de piştî êrişa Îsraîlê ya li ser Xezayê dest pê kiribû, wêraniyeke mezin li herêmê çêbû, her wiha niştecihên wê ku hejmara wan 2 milyon û 400 hezar e, koçber bûne. NY’yê û rêxistinên din ên mirovî li ser rîska birçîbûnê hişyariyê dan.

Hemasê plana Netanyahu wek derbeyeke diyar li dijî rêgeha dan û standinan pênase kir û got: “Her berfirehkirina êrişkariyê li dijî gelê me dê ne tiştekî hêsan be, lê dê berdêlên wê yên giran ji bo dagirkeriyê û artêşa wê hebin.”

(bb)