Filmê "Fehîmeya Koçer" di asta navdewletî de xelata sêyemîn bidest xist

Filmê dokumenter (belgefilm) ê bi navê ‘Fehîmeya Koçer; Ew Jina ku Tenêtiyê Hilbijart”, di nav 354 filman de di asta navdewletî de karî xelata sêyemîn a dema şeşemîn a Festîvala Navdewletî ya Filmên Aşitiyê ya Urdunê bidest bixe.

Filmê "Fehîmeya Koçer" di asta navdewletî de xelata sêyemîn bidest xist
12 îlon, 2026   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojên borî de, dema şeşemîn a Festîvala Navdewletî ya Filmên Aşitiyê ya Urdunê ya bi sernavê “Urdun di Çavê Cîhanê de” hate lidarxistin. Piştî nîşandana hemû filman, filmên herî baş hatin hilbijartin û xelat li ser serkeftiyan hatin belavkirin.

Di festîvalê de 354 filmên dirêj, kurtefilm, filmên çîrokî, filmên dokumenter û filmên bi mobîlê ji 22 welatên cîhanê beşdar bibûn. Di asta Herêma Kurdistanê de tenê filmê dokumenter ê “Fehîmeya Koçer; Ew Jina ku Tenêtiyê Hilbijart” beşdarî tê de kiribû.

Ev film nêzîkî 10 xulekane; senaryo û derhênana wê ji aliyê hunermend Cume Kerîm ve hatiye amadekirin û Sebah Husên wekî alîkarê derhêner cih girtiye, her weha Baran Germiyanî jî karê reng û montajê girtiye ser xwe.

Dokumenter behsa çîroka jiyana jineke Germiyanî ya bi navê “Fehîme” ya bi nasnavê “Koçer” dike; ku 53 kes ji endamên malbata wê hatine enfalkirin an jî bi saxî hatine binaxkirin. Niha tu kes ji bo wê nemaye ji xeynî çend serî sewal, mirîşk û qazên wê.

Herwiha di pêşek û paşeka filmê dokumenter de, sûd ji dengê hunermendên Germiyanî Mihemed Balaban û Husên Qadir Germiyanî hatiye girtin.

Piştî nîşandana hemû filman di festîvalê de, filmê dokumenter ê “Fehîmeya Koçer; Ew Jina ku Tenêtiyê Hilbijart” karî pileya sêyemîn bidest bixe.

Hunermend û derhênerê filmê dokumenter Cume Kerîm, derbarê bidestxistina pileya sêyemîn de ragihand ku armanca wan gihandina êş û azariyên gelê Kurde bo cîhanê, ku di bin destê rejîmê de dîtine. Her weha diyar kir ku girînge hunermend bi rêya filmên xwe karibin bibin wê dengvedanê ku qadên din nikarin bigihînin cîhanê.