Hunermendan got: Pêvajoya nû herî zêde erkê dixe ser milê rewşenbîr û hunermandan

Komek Hunermendan diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan û gotin: “Ev pêvajoya nû erka guherîn û veguherînê herî zêde dixe ser milê rewşenbîr û hunermendan.”

Hunermendan got: Pêvajoya nû herî zêde erkê dixe ser milê rewşenbîr û hunermandan
2 adar, 2025   14:42
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan  ku di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî kir û piştgiriya ji bo bangê her ku diçe zêde dibe.

Gelek hunermendan bi pêşengtiya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li avahiya NÇM’ê daxuyanî dan. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Sakîne Jîr û Tirkiya wê jî Engîn Cengîz xwend.

 Sakîne Jîr di destpêka daxuyaniyê de wiha got: “Di serî de spasiya birêz Abdullah Ocalan dikin ku di nava şerê rûxîner ê Rojhilata Navîn û herêma me dorpêçkirî de dîsa hêviya aştiyê ji bo hemû gelan çêkir û hemû kesên ji bo pêvajoya nû sûdewer bûn, dikin.

Weke hunermendan em jî diyar dikin ku piştgiriyê didin banga sedsalê ya ku rêya bidawîkirina pêvajoya şer a 40 salî, siyaseta demokratîk, hiqûq û edaletê vedike û em bi vê bangê re ne. Em kesên keda wan di xebatên me yên çand û hunerê yên 34 salan de hene û di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dayin birêzdarî û biminet bi bîr tînin. Hewldanên aştiyê yên sermuzakerevanê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ku 26 sal in li Îmraliyê di pergala tecrîdê de tê ragirtin, bi banga xwe ya aştî û civaka demokratîk re deriyê jiyana gel bi hesreta wê dijî vekir.

Ev pêvajoya nû ya li benda me, erka guherîn û veguherînê ya demokratîk herî zêde dixe ser milê me rewşenbîr û hunermendan. Em careke din bi bîr dixin ku erk û peywira zanekirina civakê ya hunermendan e. Em careke din dibêjin ku em bi vê bangê re ne û piştgiriyê didin.”