Jinên li Qamişloyê: Divê beriya axaftina têkildarî aştiyê tecrîd bê rakirin

Jinên li bajarê Qamişloyê destnîşan kir ku divê dewleta Tirk li hember pêvajoyê gavan biavêje, tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan rake û rê bide ku parêzer û malbat serdana Rêber Abdullah Ocalan bikin.

Jinên li Qamişloyê: Divê beriya axaftina têkildarî aştiyê tecrîd bê rakirin
7 tîrmeh, 2026   02:35
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Tevî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dewam dike. Herî dawî 24`ê Gulanê hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan hatibû kirin. Der barê vê mijarê de jinên li bajarê Qamişloyê diyar kir ku berdewamkirina tecrîdê û negirtina agahiyekê, fikarên wan zêde dike û ev yek li dijî pêkanîna aştiyê ye.

Hêvîn Birîm Hesen diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan her dem banga aştiyê dike û gelek bedel di rêya aştiyê de dane û wiha dewam kir: “Em her pirs dikin çima nahêlin parêzer serdana Rêbertî bikin? Ev demek e me agahî jê wernegirtine. Heta pêkanîna azadiya Rêbertî ya fîzîkî em ê li kolanan bin.”

Hêvînê got: “Ji 7 heta 70 salî me li hember rêberê xwe soz daye. Li ser vî esasî em bang dikin ku divê tavilê agahiyekê jê wergirin. Em wek dayik, malbatên şehîdan daxwaza dîtina Rêbertî dikin.”

Jina ji pêkhateya Ermen Xalisa Yûnis jî got: “Ez di nava Kurdan de dijîm û ez bi vê yekê serbilind im. Bi saya fikra Rêbertî, em wek pêkhate ji bo rêberê xwe kom dibin û di yek refê de bi hev re radiwestin. Ev 26 sal e rêberê me girtî ye.”

Xalisayê got: “Ev çend meh e nahêlin parêzer hevdîtinê bi Rêbertî re bikin. Tişta em dixwazin ew e ku Rêberê me li nava gel bi awayeke azad bijî. Çima dewleta Tirk bi vî awayî tev digere? Tevî ku pêvajoya aştiyê heye çima tecrîd li dijî Rêbertî tê ferzkirin?”

Leyla Murad da zanîn ku têkoşîna jinan girêdayî fikra Rêber Abdullah Ocalan e û wiha anî ziman: “Em wek jin deyndarên Rêbertî ne. Rêbertî piştgiriyê dide me, heta ku Rêbertî di girtîgehê de be, em ê dakevin qadan û asta têkoşîna xwe bilind bikin.”

Leyla Murad bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Rêbertî pêvajoya aştiyê ragihand, ew e yê ku yekemîn banga aştiyê kiriye. Em jî daxwaza avakirina demokrasiyê, aştiyê, edalet û wekheviyê dikin. Em banga rakirina tecrîda li dijî Rêbertî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin.”

(sb)

ANHA