Koçberên Girê Spî xwestin biryara vegera koçberan were bicîkirin

Koçberên ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî, ku cejna xwe di konan de derbas dikin, xwestin ku di nava şert û mecên ewle de vegrin cih û warên xwe.

Koçberên Girê Spî xwestin biryara vegera koçberan were bicîkirin
9 hezîran, 2025   05:06
EYN ÎSA

Koçberên li kampa Girê Spî dijîn, piştî ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji cih û warên xwe koçber bûn, êş û azarên şert û mercên zehmet ên jiyanê dikşînin. Ev 6 sal in ku havîn û sivistanan di konan de, bi nava serma û germê de derbas dikin. Lê  tevî rêkeftina ku di 10ê Adarê de hatiye îmzekirin jî, ku di yek ji bendên wê de vegera ewle ya hemû koçberan e, hîna di vê der barê de ti gavên şênber nehatine avêtin.

Şêniyên kampa Girê Spî hêvî dikin biryara vegera wan bilez were pêkanîn. Der barê mijarê koçbera ji bajarokê Suluk`ê yê dagirkirî Ezîza El Merê, got, "Piştî ku bajarok û gundên me hatin dagîrkirin em neçar man ku birevin, lê em qet bêhêvî nebûn ku rojekê vegerin deverên ku em ji wan koçber bûne."

Ezîza diyar kir ku piştî rêkeftina ku di navbera fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin de, hêviya wan çêbû ku rojekê vegerin malên xwe, ji ber ku yek ji bendên wê rêkeftinê vegera koçberan bo herêmên wan bû. Lê heta îro ji bo vê biryarê tu gavên şênber nehatine avêtin.

Ezîza di dawiya axaftinên xwe de xwest ku biyara vegerê bilez were pêkanîn û dagirker ji herêmên wan derkevin.

Koçberê bi navê Îsmaîl El Yasîn ê ji bajarokê El Elî Beçliyê yê dagirkirî ye, got, "Gelek cejin derbss bûn û em hîna di kampan de ne, li ber çavê hemû cîhanê, bêyî ku kes tiştekî bike ku me ji jiyana li kampan rizgar bike. Em û zarokên me şert û mercên zehmet ên jiyanê û aborî dikişînin. "

Her wiha got, "Ez matmayî me ku rewşa me wek xwe dimîne, ji ber ku hemû koçber vegeriyan malên xwe, li Heleb, Hums, Şam, û parêzgehên din ên Sûriyeyê. "

El Yasîn jî xwest ku bilez biryara rêkeftina 10`ê Adarê were pêkanîn da ku ew karibin vegerin malên xwe.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di 9`ê sala 2019’an bajarê Girê Spî dagir kirin, zêdeyî 100 hezar şêniyên wê koçber bûn. Heft hezar ji wan li kampa Girê Spî (nêzîkî bajarokê Til El Semin li gundewarê bakurê Reqayê) dijîn, yên mayî li bajarên Reqa û Tebqa û gundewarên wan belav bûne. Ji ber rewşa koçberiyê di kampan êş û azarên jiyanê dikşînin.

(k)

ANHA