Jinên li Dêrazorê: Em ê xaka xwe biparêzin

Jinên li kantona Dêrazorê diyar kir ku dê xaka xwe ji gef û êrişan biparêzin û bi gotina "QSD rêya yekane ya parastina welat û gelan e" piştgirî da QSDˈê.

Jinên li Dêrazorê: Em ê xaka xwe biparêzin
4 kanûn, 2024   06:10
DÊRAZOR

Jinên ji kantona Dêrazorê diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, dê xaka xwe biparêzin.

Heyat El Ehmed a ji bajarê Hecînê yê kantona Dêrazorê diyar kir ku ew jinên li Dêrazorê amade ne li hemberî êrişên li ser herêmê bisekinin û got Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi keda bi hezaran keç û xortên herêmê rizgar bûye.

Heyat El Ehmed soza domandina berxwedanê da û ev li axaftina xwe zêde kir: "Em ê heya kêliya dawîn li ber xwe bidin. Êrişa li ser deverekê êrişa li ser tevahî herêmê ye. Lewre em rê nadin êrişên li ser herêma me."

Cînan El Mihemed a ji bajarokê Ebû El Xatir jî got li gel geşedanên siyasî û guhertinên ku li gelemperiya Sûriyeyê rû didin û li gel hewldanên dewleta Tirk a dagirker a firehkirina qada xwe ya dagirkeriyê ew amade ne di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de xaka xwe û destkeftiyên ku jinan di bin banê Rêveberiya Xweser de bi dest xistine, biparêzin.

Rîm El Yûsif jî anî ziman ku jinên li rojhilatê kantona Dêrazorê amade ne xwe di nava QSDˈê de bi rêxistin bikin û herêmê û destkeftiyên şoreşê biparêzin û QSD hêza yekane ya parastina herêmê ye. Rîmê got: "Bêyî hevgirtina pêkhateyan û bêyî sekna li hember êrişan ne pêkan e ewlehî û îstiqrar li herêmê pêk were."

(bb)

ANHA