Ji Til Temir û Til Birakê piştgiriya seferberiya giştî

Ciwanan û welatiyên bajarokên Til Temir û Til Birakê yên kantona Cizîrê amadebûna xwe ya ji bo tevlêbûna banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser diyar kir û piştgiriya xwe ji bo QSD’ê anîn ziman.

Ji Til Temir û Til Birakê piştgiriya seferberiya giştî
4 kanûn, 2024   05:10
HESEKÊ
ABDULXENÎ EL HAMAN - AMIR EZAWÎ

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk, bi taybet êrişên van rojên dawiyê yên li ser kantona Efrîn û Şehbayê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) seferberiya giştî ragihand.

Di vê çarçoveyê de ciwanên li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê amadehiya xwe ya ji bo bersivdayîna banga Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk a têkildarî seferberiya giştî anîn ziman.

Zehra Emîn bal kişand ser girîngiya kombûna li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo têkbirina êrişan. Zehra Emîn der barê mijarê de got: "Berxwedanî erka her kesî ye û divê em ciwan li eniyên pêş bin. Armanca dagirkeriya Tirk têkbirina vîna gel û tunekirina ramanê rêberê Abdullah Ocalan e ku bûye sembola azadiya gelan.”

Êva Ednan Hesen jî bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo  têkibirina hevgirtina civakî li herêmê û diyar kir ku tişta li taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û kantona Efrîn û Şehbayê diqewime di vê çarçoveyê de pêk tê.

Êva Ednan her wiha got: “Bi hevgirtinê û piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, em ê hemû planên ku destkeftiyên me yên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin armanc dikin, têk bibin.”

JI NAVA CIVAKÊ JÎ HELWESTÊN PIŞTGIRIYÊ

Welatiyê bi navê Fadil Elî yê ji bajarê Til Temirê piştgiriya xwe ya ji bo seferberiya giştî nîşan da û got divê her kes bi berpirsyarî tevbigere: "Dagirkeriya Tirk dixwaze jiyana aştiyane ya li herêmê ji holê rake.”

Elî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya ramana Rêber Abdullah Ocalan ji bo yekbûna pêkhateyan li dijî êrişan.

HELWESTEKE GELÊRÎ LI DIJÎ ÊRIŞAN

Der barê mijarê de şêniyên bajarê Til Birakê yê girêdayî kantona Cizîrê piştgiriya xwe ya ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk anîn ziman. Şêniyan destnîşan kir ku êrişên dagirkeriya Tirk beşeke ji planên qirkirina gelê Sûriyeyê û têkbirina destkeftiyên herêmê.

Wenas El Ebdela êrişên dagirkeriyê weke hewldanek ji bo tinekirina pêkhateyên gelê Sûriyeyê û têkbirina jiyana hevbeş a aştiyane bi nav kir.

Wenas her wiha got: "Em van kiryaran qebûl nakin, û em piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî dikin ku yekîtiya axa me diparêzin û aramî û ewlehiyê pêk tînin.”

Jina ciwan a bi navê Îman El Elî piştgirya xwe ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re li dijî êrişan anî ziman, Îman got: “Armanca êrişan dagirkirina xaka Sûriyeyê û birçîkirina xelkê ye, herwiha têbirina yekitiya pêkhateyan e. Em, weke ciwan, ji bo parastina axa xwe amade ne her alîkariyê pêşkêş bikin.”

CIWANÊN ŞOREŞGER: SOZA BERXWEDANÊ

Endama nivîsgeha Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûryeyê li Til Brakê Muna El Mehamîd destnîşan kir ku êrişên dagirkeriya Tirk bi armanca têkbirina hevgirtina civakî pêk tên. Her wiha diyar kir ku ew weke ciwan dê di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de, li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk bin û ji bo parastina herêmê tê bikoşin.

Muna El Meamîd di dawiya axaftina xwe de got: "Heta ku em xaka xwe azad nekin û negihêjin azadiya xwe em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”

(k)

ANHA

til birak

til temir