Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike

Koçberiya ji kantona Efrîn-Şehba, Heleb û gundewarê Hemayê a ber bajarê Tebqayê ve dewam dike. Rêveberiya Xweser cih û pêwîstiyên bingehîn pêşkêşî koçberan dike.

Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
3 kanûn, 2024   22:05
REQA

Ji duh ve koçberiya xelkê ji kantona Efrîn-Şehba, Heleb û gundewarê Helebê ya ber bi kantona Tebqayê ve dewam dike.

Koçber di deriyê El Bû Asî derbasî kantonê dibin ji aliyê saziyên ewlehî û xizmetguzarî yên Rêveberiya Xweser ve tên pêşwazîkirin.

Saziyên Rêveberiya Xweser ku serferber bûne, pêwîstiyên koçberan ên cih, xwarin, vexwarin, tenduristî û hwd. bi cih tînin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê cihên demkî bi hemû pêwîstiyên wê ji koçberan re amade kirine, heya ku wan veguhêze navedên guncaw.

Bi hezaran şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi hezaran şêniyên Heleb û gundewarê Hemayê jî ji ber kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El Şam a li herêmên wan koçî Herêmê Rêveberiya Xweser dikin.

(bb)

ANHA