Heftename; QSD, tevgerên Îsraîlê li Sûriyeyê, şerê DYA-Îran

Medyaya erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de bal kişand ser guhertinên li Sûriyeyê yên piştî tevlêbûna QSD‘ê di nava saziyên dewletê de, tevgerên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê û Lubnanê, ji nû ve destpêkirina şerê Îran û Amerîkayê, her wiha trafîka Humruzê û bandorên wê yên herêmê.

Heftename; QSD, tevgerên Îsraîlê li Sûriyeyê, şerê DYA-Îran
6 îlon, 2026   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Şerq El Ewset li ser bandorên siyasî yên biryara QSD‘ê ya tevlêbûna nava saziyên dewletê nivîsî û diyar kir ku daxuyaniya dawîn a QSD`ê bûye veguherîneke di nêzîkatiya pirsgirêka Kurd a Sûriyeyê de û pirsgirêkê ji pevçûna leşkerî ber bi rêyeke siyasî ve dibe. Rojnameyê hişyarî da ku rageşiya berdewam di navbera aliyên neteweperest ên tundraw de dikare rê li ber derbasbûna bo vê qonaxa nû bigire.

Rojnameya El Erebî El Cedîdî jî biryar bi guhertinên herêmî û navneteweyî, di serî de helwesta Amerîkayê û pêvajoya muzakereyan a navbera Enqere û PKK‘ê ve girê da. Hate gotin, pêngava ku Mazlûm Ebdî avêt, dê bandorê li pirsgirêka Kurdên li Sûriyeyê û siberoja wan bike. Li gorî rojnameyê, çareserkirina pirsgirêkê divê di çarçoveyeke nîştimanî de pêk were ku mafên neteweyî yên rewa mîsoger bike.

TEVEGERÊN ÎSRAÎLÊ LI BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ

Rojnameya El Axbar pêşketinên li başûrê Sûriyeyê û ji nû ve destpêkirina dan û standinên ewlehiyê yên di navbera Şam û Tel Avîvê de nirxandin.

Rojnameyê diyar kir ku nîqaş ber bi "rêkeftinên ewlehiyê yên nû ji bo başûrê Sûriyeyê ve diçin ku pirsgirêkên sivîl çareser dike, lê çareseriyeke ji bo rewşa leşkerî bi paş dixe.

Li gorî rojnameya El Şerq El Ewsat, peymana di navbera QSD û Şamê de ji meseleya Kurdî wêdetir diçe, ji ber ku ew îhtîmala Îsraîlê li ser dabeşkirina Sûriyeyê qels dike.

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî her vekişîneke Îsraîlê ji cihên ku ew di nav axa Sûriyeyê de kontrol dike divê bi rêkeftinên ewlehiyê yên bicîhkirî ve girêdayî be, di nav de bêçekkirin û pêşîgirtina li bicihkirina hêzên ku Îsraîl wekî dijmin dibîne.

ŞERÊ DYA Û ÎRANÊ

Rojnameya El Quds El Erebî ku cih da têkiliyên Washington û Tehranê destnîşan kir ku veguhertina têkiliya di navbera her du aliyan de ji ezmûna derfeta lihevkirinê derbasî qonaxeke girantir bû, mijara çareseriyê hîna li dar e, lê derfet zehmet bûne.

Rojnameya Independent Erebiya jî bal kişand ser stratejiya Îranê ya pêşdebirina êrişan û bikaranîna kaxezên herêmî û aborî li hemberî zextên Amerîkayê.

Rojnameya El Erebî El Cedîd têkiliyên Îran bi Hûsiyan re şîrove kir û bal kişand ser kokên wê yên siyasî, bîrdozî û stratejîk ku çarçoveya nakokiyên di têkiliêyn Îran û Washingtonê de ber bi toreke hêzên herêmî yên girêdayî Îranê ve bergireh dike.

LUBNAN Û BERFIREHBÛNA ŞERÊ HERÊMÎ

Malpera El Moodon siyasta Îsraîlê ya li hemberî başûr bi hilbijartinên navxweyî ve girêda û pirsî gelo guhertina rêveberiya Îsraîlê wê bibe sedema guhertineke bingehîn di siyaseta li hemberî Lubnanê de.

Medyaya erebî cihekî girîng da tengava Humuzê û bandorên şerê Amerîka û Îranê li ser ewlehiya enerjî û navîgasyonê

Malpera Erebî ya CNN‘ê jî da zanîn ku zextên leşkerî û aborî bandoriya Tehranê ya li tengavê sînordar dike. Rojnameya El Nehar jî tengava Hurmuzê wekî "xalek pevçûnê" dibîne ku dikare pevçûnan li herêmê ji nû ve gur bike.

(bb)