Jinên Kobanî bi çanda xwe 8’ê Adarê pêşwazî dikin

Hunermed û Weqfa Jina Azad diyar kir ku bi huner û xemlandina jinan ew ê 8`ê Adarê Roja Jinên Karker a Cîhanê bi coş pêşwazî bikin.

2 adar, 2025   17:54
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Bi minasebeta 8`ê Adarê Roja Jinên Karker a Cîhanê TEV-ÇAND, Navenda Hîlala Zêrîn û Weqfa Jina Azad a Kantona Firatê ji bo 8`ê Adarê dest bi amaderkariyan kirin.

Têkildarî amadekariyên 8`ê Adarê jinan nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Rêvebera TEV-ÇAND a Kantona Firatê Evîn Berewad diyar kir ku 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi reng û dengê jinê tê naskirin û ev tişt anî ser ziman: “Em wek TEV-ÇAND û Navenda Hîlala Zêrîn a Kantona Firatê amadekariya xwe ji bo 8’ê Adarê dikin. Çalakiyên me yên jin ji zû ve berdewam in em bê nevber broveyên xwe dikin. Koma me ya herî girîng koma dayîkan e, bi temenê xwe yê mezin xwestin ji bo 8`ê Adarê dîlanên xwe pêşkêş bikin."

Evîn anî ziman ku weke tê zanîn ku hunermendên jin weke hunermendên serbixwe wê beşdarî çalakiya 8’ê Adarê bibin û wiha got: “Hunermendên me yên ciwan ên Çand û Hunerê wê bi Koma Şehîd Sînan di aliyê dîlanên de we tevlî bibin. Komên me yên mûzîkê jî wê bi amûrên xwe û stranan xwe wê tev li çalakiya 8`ê Adarê bibin.”

‛EM Ê BI CIL Û BERGÊN XWE YÊN KURDÎ TEV LI ÇALAKIYÊ BIBIN’

Evîn Berewad da zanîn ku di 8`ê Adarê de reng û dengê jinê li tevahî Cîhanê belav dibe û wiha pê de çû: “Em jî wek jinên TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn em ê bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi nasnameya xwe çalakiya 8`ê Adarê bibin.”

Evîn di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew bi hêvî ne 8`ê Adarê bibe wesîleya çareserî û aştiyê li tevahî Cîhanê û bibe azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Endama Weqfa Jina Azad a Kantona Firatê Îlham Ehmed diyar kir ku di nava Weqfa jin de beşeke wan heye ku di şêwekariyê de dixebite û ev tişt anî ziman: “Di beşa şêwekariyê de pir tişt hene. Ez vê rojê li tevahî Jinan pêroz dikim.”

‛BI ÇÊKIRINA KARÊN DESTAN JIN DI PÎROZBAHIYAN DE TÊN XEMILANDIN’

Îlham da zanîn ku bi boneya 8’ê Adarê wan amadekariyê xwe kirine û got: “Em bi nêzîkbûna 8’ê Adarê dest amadekariyên xwe yên çêkirina kofiyên bi rengê caw û bi sê keziyan, morik û pûlilk dixemilînin. Kofiyên din jî destpêkê bi mexrez çêdikin, dîsa bi morik û pûlikan dexemlînin. Her wiha me kember jî bi pûlikan çêdikin."

Îlham Ehmed destnîşan kir ku ew ê bi çand û mîrasê berê bi coş 8`ê Adarê pêşwazî bikin û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin.

 ANHA